Cendermeyên Tirk li ser sînor ciwanek qetil kir û îşkence li ciwanekî din kir

Cendermeyên dewleta Tirk a dagirker, dema du ciwanan hewl dida sînorê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, ciwanek qetil kir û îşkence li ciwanekî din kir.

Cendermeyên Tirk li ser sînor ciwanek qetil kir û îşkence li ciwanekî din kir
22 tebax, 2021   07:37
HESEKÊ

Li gorî nûçegihana me, ciwanê bi guleya cendermeyên dewleta Tirk hatiye kuştin navê wî  Hemadî Ebid El-Hisên e û ji navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê ye.

Navê ciwanê din yê ku cendermeyan îşkence lê kiriye, Mihemed Letîf El-Ezawî ye û ji navçeya Mergedê ya kantona Hesekê ye.

Her du ciwanan hewl dida ji aliyê sînorê li hember gundê Etşan a rojavayî Dirbêsiyê re, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

 (dm) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uRiP79k66pk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>