Ciwanên Kobanê: Em ê li dijî şerê taybet têbikoşin

Ciwanên Kobanê di komxebata ku ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê ve li dijî şerê taybet hatibû lidarxistin de, teqezî bi têkoşîna li dijî şerê taybet û têkbirina planên dijmin, kir.

Ciwanên Kobanê: Em ê li dijî şerê taybet têbikoşin
22 tebax, 2021   08:30
KOBANÊ

Komxebat di 21`ê Tebaxê d li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Bi dehan ciwan, endamên sazî û partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de sê mijarên sereke "Şerê taybet, xwekuştin, pêşniyar û çareserî" hatin nîqaşkirin. Komxebat bi dirûşmeya "Werin cenga azadiyê" hate lidarxsitin.

Têkildarî şerê taybet û armancên wê ciwana bi navê Wedha Hemze ya ji bajarê Kobanê got: "Dijmin şerê taybet li dijî civakê bikar tîne nexasim ciwan. Ji ber ciwan bingeha civak û pêşerojê ne. Dijmin zane ku heger ciwan bi bin bikeve dê civak li pêşiya dijmin bi bin bikeve."

Paşê ciwanê bi navê Mîrza Berxo jî wiha axivî: "Dijminê gelê Kurd şerê taybet li dijî gel bikar tîne. Me dît ku di demên dawîn de ciwanên me berê xwe dan sînorê Tirkiyê û xwestin derbasî aliyê din bibin. Ev rêbazekî pir xeter e ku dijmin li dijî ciwanan bikar tîne. Armanca wê jî ku ciwanên me koçber bike. Baweriya wan bi hêza wan a leşkerî, rêveberî û şoreşa wan, kêm bike."

Mîrza Berxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya sîxurên xwe gotegotan di nava şêniyan de belav dike da ku îradeya ciwan û gelê herêmê bişkîne, wan ji xaka wan koçber bike û dûrî rêya şoreşê bixin.

Mîrza Berxo got divê ciwan li hember planên dijmin hişyar bin, ji ber armanca wan ku îradeya ciwanan bişkînin û bang li ciwanan kir ku xwedî li şoreş, hêza leşkerî û rêveberiya sivîl derkevin.

Her wiha ciwana bi navê Silava Îbo ya ji bajarê Kobanê ev tişt anî ziman: "Dijmin ciwan û jinan dike hedef da ku îradeya wan bişkîne, nexasim jinên ciwan. Ji ber ew bingeha civakê ye û divê bi rêya perwerdeyê zanebûna xwe zêde bike."

Silava Îbo behsa rewşên kuştin, xwekuştin û koçberkirina ciwanan kir û diyar kir ku ew encamên şerê taybet e ku dewleta Tirk li dijî gel bikar tîne û wiha domand: "Divê em li hember pilanên dijmin hişyar bin û wan vala derxînin."

Silava Îbo teqezî li ser bilindkirina asta têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî  ciwanên Kobanê dê li hember dijmin têbikoşin û derfetê nadin ku planên xwe pêk bîne."

(bx)

ANHA