Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin

Desteya Jinan a Herêma Efrînê panelek bi diruşma "Çima jin tê qetilkirin?" li dar xist.

Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
Li Şehbayê sedemên qetilkirina jinan hatin nîqaşkirin
21 tebax, 2021   15:14
ŞEHBA

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Fafînê ya Şehbayê bi beşdarbûna bi behdan jin, endamên saziyên herêmê yên li kantona Şehbayê hate lidarxistin

Di panelê de du mijar hatin nirxandin, ya yekemîn bi sernavê "Jin di navbera çakûçê hegemonî û sindana kevneşopiyan de" bû ji hêla cîgira Desteya Jinan a Herêma Efrînê Emîne Mela Hesen ve hat birêvebirin û ya duyemîn jî bi sernavê "Rewşa jinan digel qanûnê" ji hêla Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hec Hemo ve hat birêvebirin.

Dîwana birêvebirina panelê ji Zelûx Reşîd, Emîne Mela Hesen û Evîn Hec Hemo pêk dihat.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Emîne Mela Hesen di mijara yekemîn de li ser sedemên qetilkirina jinan nîqaş kir.

Emîne Mela Hesen wiha got: "Jin di dîroka mirovahiyê de wek mêtingeha yekemîn û şaneya civakê ya yekemîn e ku rastî destpotî û koletiyê hatiye. Her tim pergala mêrdestiyê jin bi rêya mêran pênase dikirin, ji lew re ew pênaseyeke kêm û şaş bû."

Piştî nîqaşên li ser mijara yekemîn, sînevîzyonek li ser rewşa jiyanê, zulm  û destpotiya li dijî jinan pêk tên hat pêşandan.

Têkildarî nîqaşê li ser mijara yekemîn a panelê, jinan da zanîn ku divê helwesta wan ji doza jinan wek helwesta wan li dijî dijmin be.

Piştî mijara yekemîn bi dawî bû, mijara duyemîn a danasîna tundiya li dijî jinan, şêweyên wê ji tundiya bedenî, derûnî, gotinên xerab, aborî, tundiya cinsî hat birêveberin, her wiha li ser sedemên tundiya li dijî jinan, ajoyên civakî, aborî û derûnî hatin nîqaşkirin.

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû

(fr)

ANHA