MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya

MSD'ê bi beşdarbûna gelek rewşenbîran panelek bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" li navçeya Dêrikê li dar xist.

MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya
MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya
MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya
MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya
MSD li Dêrikê bi rewşenbîrên re civiya
21 tebax, 2021   15:03
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hevdîtin û panelan bi rewşenbîrên li herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê re didomîne. Hewl dide bi rêya van panelan rola rewşenbîran di Rêveberiya Xweser de aktîv bibe û li nêrînên wan tên têkildarî çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyê re guhdar dike.

Panel li Hola Şînav a navçeya Dêrikê hate lidarxistin. Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û gelek rewşenbîr amade bûn.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin; nirxandina rewşa siyasî û rola rewşenbîran û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê. Panel ji aliyê endama Meclisa Serokatiya MSD'ê Derya Remedan ve hate birêvebirin.

Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Xelef Dawud rewşa siyasî nirxand.

Xelef Dawud diyar kir ku li gel destwerdanên navneteweyî yên domdar di aloziya Sûriyê de çareseriyeke nêzîk nexuyaye  û wiha domand: "Rejîma Sûriyê hewl dide siyaseta teslîmiyetê li gelê Sûriyê ferz bike, opozisyon jî parçe bûye û Tirkiyê li şûna wê biryar dide, lê hêzên siyasî yên bi nûnertiya MSD'ê xeta xwe parast."

Xelef Dawud bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Til Temir û wiha pê de çû: "Êrişa Tirkiyê ya dawî li ser Til Temirê tê wateya ku gefên Tirkiyê hîna berdewam in. Li şûna ku çete çekên xwe rastî rejîma Sûriyê bikin, tivingên xwe dan ber singa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewl didin wan qir bike. Tirkiyê hêzeke dagirker e û di qutkirina xaka Sûriyê de berdewam e."

Dawud îşaret pê kir ku Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber zêdegaviyên Îranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got, heger gelê Sûriyê hewl nedin ku bi îradeya xwe aloziyê çareser bikin wê çareserî pêk neyê.

Xelef Dawud di berdewama axaftina xwe de got: "Em hewl didin ku nêrîna sûriyan yekbûyî be, lê gelek sedem hene ku nahêlin ev yek pêk were. Rejîm di mejiyê hinekan de projeya MSD'ê wekî projeyeke parçebûnê dide nîşandan. Her wiha komên ser bi Tirkiyê ve siyasetên dijber li dijî me diafirîne."

Dawud diyar kir ku di aliyê aborî de pirsgirêk û zehmetî li pêşiya Rêveberiya Xweser û MSD'ê hene û yekî jê siyaset girtina dergehên sînorî destnîşan kir.

Xelef Dawud destnîşan kir ku MSD'ê hewl dide cihê wê di nivisandina destûra Sûriyê de hebe û got, rejîma Şamê di diyalogên bi Rêveberiya Xweser re rojekê cidî nebûye, ji ber vê tu gav nehatin avêtin.

Beşdaran jî li ser rewşa siyasî nirxandinên xwe anîn ziman. Di nirxandinan de girîngiya xurtkirina diyalogên kurdî-kurdî, diyalogên di navbera hemû pêkhateyên herêmê de hatin destnîşankirin. Her wiha bal hate kişandin ser rola Tirkiyê ya li herêmê û hate gotin ku Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan hewl dide bi hêza çek xîlafeta pêşiyên xwe li tevahî herêmê vegerîne.

Beşdaran ji MSD'ê xwestin ku aboriya niştimanî xurt bikin û gotin, lihevkirina sûrî-sûrî çareseriya herî guncaw a xilaskirina Sûriyê ji krîzê ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed jî bal kişand ser mijara hilbijartinên ku dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin û got: "Gelek dewlet û alî hene piştgiriyê didin hilbijartin û hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser. Dibe ku hilbijartin bi çavdêriya navneteweyî pêk were, ev ji bo Rêveberiya Xweser û MSD'ê gaveke girîng e da ku ev hilbijartin bi meşrûteya navneteweyî be. Dibe ku Rêveberiya Xweser were naskirin."

Piştî nirxandinên dewlemend, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ya Şaxê Dêrikê Edîb Elî mijara duyem a rola rewşenbîran û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê şîrove kir.

Elî got, rewşenbîr ne bazirgan û çand jî ne ji bo kirîn û firotinê ye, çand zanist û mejî ye û her tim dibe armanca desthilatên dîktator.

Edîb Elî bang li rewşenbîran kir ku bi nêrîn û ramanên xwe piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser di çarerserkirina pirsgirêkan de û wiha pê de çû: "Aloziya Sûriya naşibehe hemû aloziyan, rewşa wê cûda ye, divê rewşenbîr li gorî berpirsyartiyê bin. Em dibînin ku çareserkirina aloziya Sûriyê di aktîvkirina biryara navneteweyî de ye, divê mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyê de werin misogerkirin û nenavendîbûyîn di rêvebirina welat de were pêkanîn û hilbijartinên demorkatîk bi çavdêriya navneteweyî werin lidarxistin."

Beşdaran li ser mijarê nêrîn û pirsên xwe anîn ziman. Di nêrînan de hate gotin ku diyalogên kurdî pêwîstiyeke dîrokî ye, her wiha ji Rêveberiya Xweser hate xwestin ku Hevpeymana Civakî li gorî rewşa heyî amade bikin û hemû beş û kesên zane û pispor tê de beşdar bikin.

Nîqaş û pêşniyarên di panelê de hatin kirin dê ji Meclisa Serokatiya MSD'ê de werin şandin da ku li ser nîqaş bikin.

ANHA