Jinên ciwan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û got, dê têkoşînê xurt bikin heta ku dagirkerî were têkbirin.

Jinên ciwan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
21 tebax, 2021   15:25
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwnan a Herêma Firatê li kantona Kobanê kom bûn û nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê nîaşn da.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl di kombûnê de daxuyanî da û got: "Dewleta Tirk a faşîst bi hemû cûreyan êrişên bajar û herêmên Kurdistanê dike û li dijî mirovahiyê û gelê Kurd bi taybet sûcên herî qirêj pêk tîne."

Xunav Xelîl bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir û got: "Bêdengî nîşaneyeke eşkere ye ku bi dewleta Tirk re di sûcên wê de beşdar in."

Xunav Xeîll bi navê ciwanên Kobanê got, ew ê li hemberî faşîzma dewlet Tirk a ku hewl dide kurdan qir bike û projeya neteweya demokratîk û şoreşa Rojava tune bike, têkoşînê dewam bikin heta ku serkftinê pêk bînin.

ANHA