Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê

Bi diruşma "Werin cenga azadiyê", Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê komxebatek li ser şerê taybet û xwekuştinê li dar xist.

Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
Li Kobanê komxebatek li ser şerê taybet û  xwekuştinê
21 tebax, 2021   14:27
KOBANÊ

Komxebatek li hola Xwaringeha Kînem a Kobanê bi beşdariya bi dehan endamên ciwan, sazî û partiyên siyasî yên herêma Firatê hat lidarxistin.

Di komxebatê de mijarên şerê taybet, xwekuştin, pêşniyar û çareserî hatin nîqaşkirin.

ŞERÊ QIRKIRINA LI DIJÎ GELÊ KURD

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Bozan Berkel bixêrhatina beşdaran kir û armanc ji lidarxistina vê komxebatê eşkere kir.

Dûvre endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Raperîn Kobanê rewşa siyasî ya Rojhilata Navn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd tê re derbas dibin, nirxand.

Raperîn Kobanê wiha got: "Tiştê li Efganistanê rû da girêdayî tiştê ku li Rojhilata Navîn û êrişên li dijî gelê Kurd diqewime, ye. Ji ber ew planên hegemoniyê ne ku li ser li hev kirine."

Raperîn Kobanê destnîşan kir ku armanca dewletên hegemon û dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e, ev yek di gurbûna êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelek herêmên Kurdistanê de eşkere dibe.

Raperîn ev yek li gotina xwe zêde kir: "Divê gelê Kurd li hemberên êrişên qirkirinê hişyar be û li hermber faşîzma Tirk li ber xwe bide, da ku serkeftinê pêk bîne û rêber Ocalan bi fîzîkî rizgar bike. Ji bo ew jî pêk were divê gel rewşa heyî û planên li dijî wan bizanibe.

ŞERÊ TAYBET

Li ser mijara şerê taybet, cîgirê Hevserokatiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî. Muslim li ser şerê taybet û çawaniya pêşketina wê di çend salên borî de û bikaranîna wê ya ji hêla dewletên hegemon  ve li dijî gelan axivî.

Têkildarî rê û rêbazên şerê taybet Şervan Muslim wiha got: "Gelek rê û rêbazên şerê taybet hene; şerê derûnî, qirkirina çandî, helandina ziman, propaganda û belavkirina hişbir û fihûşê. Ev hemû li dijî civakê ne, bi taybet li dijî çîna ciwanan e da ku wan ji rêgeha şoreşê bi dûr bixin û bi mijarên dîtir ve mijûl bikin."

Piştî mijara şerê taybet bi dawî bû, beşdaran nirxandinên xwe kirin û da zanîn ku divê ciwan şerê taybet ê li dijî wan tê meşandin bizanibin û li hemberê bisekinin.

Beşdaran gotin, divê ciwan xwe bi rêxistin û perwerde bikin, da ku xizmeta civaka xwe bikin û dûrî kiryarên li dijî ciwan û jinan bin.

XWEKUŞTIN Û QETILKIRINA JINAN

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Herêma Firatê Qudret Osman xwekuştin û sedemên wê pênaser kirin û wiha got: "Sedemên xwekuştinê ew in ku zihniyeta mêrdestiyê ya li dijî jinan, hiştina jinan di malê de, tundiya bedenî û derûnî, pirsgirêkên aborî yan jî civakî."

Piştî wê, beşdaran nirxandinên xwe li ser vê yekê kirin û destnîşan kir ku ji bilî sedemên navborî hin sedemên din ên xwekuştinê hene ew jî; zewaca temenbiçûk ku divê li pêşiyê were sekinandin, adat û taybetmendiyên civaka rojavayî. Ji bo ku jin xwe nekujin, divê têkilî bi her jinekê re hebe û alîkariya wê were kirin, da ku astengiya xwe derbas bike û negihîne asta xwekuştin.

PÊŞNIYAR Û ÇARESRÎ

Piştî nîqaş û nirxandinên beşdaran bi dawû bûn, gelek pêşniyarên ji bo sekna li hember şerê taybet û sînordarkirina rewşên xwekuştinê hatin danîn, ew jî bi rêya semînerên li ser xwekuştinê, belavbûna zanakirinê ku vê diyardeyê sînordar bike, deriyê karkirinê ji ciwan û jinan re were vekirin ku aboriya wan hebe, zewaca temenbiçûk were sînordarkirin, navendên şêwirên derûnî werin vekirin, belavokên li ser xwekuştinê werin belavkirin, qanûnên taybet ên pêşîlêgirtina qetil û xwekuştina jinan werin danîn, ciwan û civak werin birêxistinkirin, da ku li hember şerê taybet bisekinin.

(fr)

ANHA