​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo fermandarê YPG’ê konê sersaxiyê hate danîn

Li Rojhilatê Kurdistanê Ji bo fermandarê YPG’ê Rênas Roj konê sersaxiyê hate vedan.

​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo fermandarê YPG’ê konê sersaxiyê hate danîn
21 tebax, 2021   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPG’ê duh ragihand ku di 19’ê Tebaxê de, di encama êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a li ser rêya Elî Fero de, yek ji fermandarên YPG’ê (Selahettin Şehabî) Rênas Roj şehîd bûye. Ji bo fermandar Rênas li bajarokê Tîleko ya ser bi bajarê Seqiz ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, konê sersaxiyê hate vedan.

Xizm, dost û xelkê herêmê bi girseyî serdana konê sersaxiyê dikin.