Aram Hena: Li hember êrişên dagirkeriya Tirk em bê deng namînin

Aram Hena got ew li hember êrişên dagirkeriya Tirk bê deng namîn û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Aram Hena: Li hember êrişên dagirkeriya Tirk em bê deng namînin
21 tebax, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê QSD’ê Aram Hena wiha got: "Her ku asta êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê li dijî herêmên me zêde bûn, vîn û îsrara me ya li ser berxwedanê bi saya şehîdan xurttir dibe."

Hena di postekê de ku li ser hesabê xwe yê facebookê weşandiye wiha gotina xwe berdewam kir: "Armanc ji sûc û êrişên li dijî tevahî herêmên me ji Şehbayê bigire heta bi Zirgan û Til Temirê di çarçoveya derbekirina vîna gelê me, Rêveberiya Xweser û rawestandina hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ên naskirinê yên ku êdî nêz bûne de ne."

Hena got, QSD’ê bi rêya meclisên xwe yên leşkerî li hember dayîna berdêlan bi armanca pêkanîna xwestekên gelê yên jiyana biazad û rûmet  gav bi paş ve navêje û amade ye.

Aram Hena bang li gel kir ku ji propagandayên derew ên ku aliyên dijber li ser dezgehên çapemeniyê belav dikin bi dûr kevin û got, armanca van îdiayan alozî û bêewlehiyê çêkin.

Têkildarî piştgiriya berxwedana Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re ya bersivdana êrişan Hena wiha li gotina xwe zêde kir: "Her du meclis di çarçoveya parastina rewa de û li gorî peyman û hevpeymanên navneteweyî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin."

Hena ev tişt got: "Me berê jî gotibû em tenê gotinan nakin, lê xwedî pratîk in û li hember êrişan bê deng namînin."

Her wiha Aram Hena destnîşan kir ku QSD’ê li hember xeterî û êrişên li dijî gel û welat amadekariyên xwe kirine.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena sersaxiya malbatên şehîdan li Til Temirê yên di encama derbeya asîmanî de şehîd bûbûn da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em sersaxiya gelê û fermandariya giştî ya YPG û YPJ’ê dixwazin. Her wiha em ê li ser rêça şehîdan bimeşin û dê tevahî herêmên dagirkirî ji Efrînê bigire heta bi Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."

(fr)

ANHA