Li Efrînê revandina sivîlan didome

Li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê 4 welatî ji aliyê çeteyên dewlata Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Li Efrînê revandina sivîlan didome
21 tebax, 2021   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji herêmê diyar kirin ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayê artêşa Tirk  a dagirker 19'ê vê Tebaxê de li gundê Hêkca yê navçeya Şiyê 4 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên welatiyên hatine revandin wiha ne; Elî Yûsif Xilêf (40), Şêrha Zeîm Hesen (27), Ebdo Henan Sebrî (21) û Murad Qaziqlî Dalo (20).

Aqûbeta revandiyan ne diyar e û tê gotin ku  çeteyan li beramberî serbestberdana wan fidiye xwestine.

ANHA