Piştî binkeftina dan û standinan li Derayê sewqiyatên mezin 

Hêzên hikumeta Şamê û Firqeya 4`an sewqiyatên mezin şandin Derayê. Li aliyekî din dan û standinên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine pêşniyarkirin, di roja xwe 7'an de dewam dikin.

Piştî binkeftina dan û standinan li Derayê sewqiyatên mezin 
21 tebax, 2021   12:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê û Firqeya 4`an sewqiyatên din anîn stada beledî ya Derayê û Tûgeya 285`an. Her wiha beşek jê li deverên cuda yên Derayê belav kir.

Sewqiyat ji moşekavêj, topavêj, wesayîtên leşkerî û bi sedan leşkeran pêk tê ku piraniya wan ji hêzên Xes ên girêdayî Firqeya 4`an in.

Heta niha dan û standinên têkildarî nexşerêya ku Rûsyayê pêşniyar kiriye, bi bin dikevin. Her wiha şêniyên Dera û komîteyên navendî yên Horanê, diyar dikin ku nexşerêya Rûsyayê dişibe şertên ku komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê danîne û berjewendiyên şêniyên bajêr naparêze.

(dm)