'Rûsya xwe wek hêzeke garantor bi nav dike lê erkên xwe bi cih nayne'

Şêniyên navçeya Şêran a kantona Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û bêdengiya NY û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê şermezar kirin û got Rûsya xwe wek hêzeke garantor dibîne lê erkên xwe nayne cih.

'Rûsya xwe wek hêzeke garantor bi nav dike lê erkên xwe bi cih nayne'
21 tebax, 2021   10:11
KOBANÊ

Meclisa navçeya Şêran a kantona Kobanê daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Hevseroka meclisa navçeya Şêranê Bêrîvan Îsmaîl û hevserokê meclisê Xelîl Mehmûd daxuyanî xwend. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisa navçeya Şêranê hat xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Bi navê hemû saziyên navçeya Şêranê em êrişên dewleta Tirk a dagirker a faşîst ên li dijî sivîlan li Şengal û Rojavayê Kurdistanê, her wiha hedefgirtina navendên tenduristiyê û Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şermezar dikin.”

Meclisê bêdengiya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rûsyayê şermezar kir û piştrast kir ku Rûsya xwe wek hêzeke garantor bi nav dike, lê erkên xwe yên li hemberî gel nayne cih.

Her wiha meclisê bêdengiya Iraqê û hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên domdar şermezar kir û got ew bi bêdengiya xwe îsbat dikin ku hevkarên komkujiyan in.

Meclisê di dawiyê de piştrast kir ku gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe da û li şûna cîhanê şerê wê kir. Niha jî divê cîhan erkên xwe li hemberî gelên herêmê pêk bîne û êrişên li dijî wê rawestîne.

Di hefteya borî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, bi taybet li dijî navçeya Zirgan û parêzgeha Şengalê. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q0tux2aO-4E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>