​​​​​​​Wezîrê parastinê yê Efganistanê: Berxwedana li dijî Talîbanê dê bidome

Wezîrê parastinê yê Efganistanê Bismillah Muhemmedî got berxwedana li Efganistanê didome û piştrast kir ku berxwedana li dijî Talîbanê divê bidome.

​​​​​​​Wezîrê parastinê yê Efganistanê: Berxwedana li dijî Talîbanê dê bidome
21 tebax, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Muhemmedî duh li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Berxwedana li dijî tevgera Talîbanê ya terorîst ji aliyê me ve divê pêk were."

Muhemmedî diyar kir ku li wîlayeta Walsawale, bajarê Diye Selah û Banû yên girêdayî Bexlanê bi rêya berxwedana gel hê jî dewam dike.

 (bx)