Piştî ku artêşa Tirk li Metînayê derbên giran xwarin, 200 cerdevanan çek danîn

Dewleta Tirk a dagirker li Metînayê derbên giran dixwe. Piştî ku gerîla derbên giran li artêşa Tirk dan, 200 cerdevanan îstîfa kir.

Piştî ku artêşa Tirk li Metînayê derbên giran xwarin, 200 cerdevanan çek danîn
21 tebax, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 23'yê Nîsanê ve didomin.

Ji çiyayê Cûdî heta bi Heftanîn û Metînayê gelek leşker hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên herêmî, ragihand ku van rojan şerê herî giran ê 4 mehên dawîn heye û qadên Zinara Kestel, Mizorê, Hirorê û Derarê yên herêma Metîna bûne qada şer.

Çavkaniyan diyar kir ji 17'ê Tebaxê ve şer girantir bûye, ji ber ku windahiyên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê zêde bûne, cerdevanan bi kar tînin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji Şirnex navendê, ji navçeyên wê yên Elk, Qileban û Hezexê cerdevan kom kirine û cerdevan ji bo kemînan deynin, şandine herêmê.

Heman çavkaniyan anîn ziman ku ji 17'ê Tebaxê ve ku şer giran bûye, di demên dawîn de bi qasî 200 cerdevanî îstîfa kiriye.