​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Eyn Îsayê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk sivîlek ji gundekî bakurê navçeya Eyn Îsayê revand û ew bir baregeheke xwe ya li navçeya Silokê.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Eyn Îsayê welatiyek revand
21 tebax, 2021   09:23
EYN ÎSA

Çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlek revandiye.

Navê welatiyê hatiye revandin, Îsamîl El-Salim e ku ji gundê El-Emayir koçberî bakurê Eyn Îsayê bûbû.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyan Îsmaîl El-Salim biriye baregeheke xwe ya li navçeya Silokê.

Dagirkeriya Tirk bi hincetên derew welatiyan û jinan ji herêmên dagirkirî direvîne û îşkenceyê li wan dike û li hemberî berdana wan jî, pere ji xizmên wan dixwaze.

(dm)

ANHA