​​​​​​​Avesta: Heval Seîd ji bo Şengalê şev û roj xebitî

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê axivî û û got “Destê Amerîka û hêzên din ên navneteweyî jî di komkujiyê de heye. Divê Iraq fermandarên ku destê wan di êrişê de heye, eşkere bike.”

​​​​​​​Avesta: Heval Seîd ji bo Şengalê şev û roj xebitî
21 tebax, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, şehîdkirina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û komkujiya nexweşxaneya Sikeniyê axivî.

Avesta bal kişand ser êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Şengalê yên 16-17’ê Tebaxê û got: “Ev êrişa komkujî a li ser gelê me yê êzidî di salvegera şehîdbûna pêşengê gelê Êzidî Mam Zekî de pêk hatiye. Ji bo ku Şengaliyan ji Şengalê derxin û nehêlin ku Şengalî vegerin ser Şengalê van êrişan tînin. Êrişên li ser Şengalê ne nû ne, 3’yê Tebaxa 2014’an, Ferman’a 73’an, ne wê demê jî dest pê kiriye. Fermana dawî 15’ê Tebaxa 2007’an dest pê kiriye. Ev nêzî 15 salan in ev ferman dom dike. Heval Sedî li bara van êrişan rojekê jî bi paş ve gav neavêtiye û bi şev û roj ji gel xebitiye, têkoşiyaye. Ji ber vê bû hedefa êrişan. Heval Seîd, sala 2014’an dema ku êriş li ser gelê Êzidî dest pê kir, li gel 12 gerîlayên HPG’ê ku berê xwe dane Şengalê mil bi mil têkoşiyaye.

Heta roja ku şehîd jî bûyî hemû peywirên ku ketî ser bi layiqî bi cih anî. Bi çeteyên DAÎŞ’î re şer kir, bû rêveber, gel perwerde kir, bîrewer kir û sala 2015’an Meclîsa Şengalê ya Demokratîk ava kir. Carinan bû zimanê gelê xwe, bû parêzerê gelê xwe, siyasetmedar, dîplomat û heta roja ku şehîd bûyî ev xebat kirin. Heke îro Êzidî li Şengalê dikarin têkoşîna demokrasî, azadî û jiyana hevpar bidin ev bi heval Seîd û şehîdên me yên dî ye. Em gelê Êzidî deyndarî van lehengan in. Heval Seîd ku pêşî li fermanan girtî mohra xwe li ser dîrokê danî. Heke heval Seîd, li gel eşîra birûmeta Hebabiya û bi malbatên xwe re bi rihê seferberiyê tênekoşiyane gelê êzidî ji ber fermanê wê bêgav bimana ku şûnwarê xwe berdin. Ji ber vê heval Sîd li Şengalê xwedî maneyeke dîrokî ya mezin e. Ji ber vê êrişa li ser heval Seîd êrişeke bi plan e. Roja ku êriş bûyî jî rojeke biplan e. Dema ku Serokwezîrê Iraqê wê biçûya Şengalê ev êriş anîne. Dewleta Tirk a faşîst ev êriş anî lê hêzên xayin ên li herêmê jî di vê êrişê de xwedî roleke mezin in.”

‘EV ÊRIŞ PEYAMEK BÛ JI BO IRAQÊ’

Avesta bi domdarî got: ”Ev êriş bi taybetî peyamek ji bo Iraqê û serweriya Iraqê ye. Cara pêşî bû ku Serokwezîrê Iraqê dixwest ku serdana Şengalê bike. Heval Seîd jî ji bo vê serdanê hatibû vexwendin. Têkilî vê êrişê tenê roja pêşî emniyeta Iraqê daxuyaniyek da lê ji bilî vê ne Serokomariya Iraqê ne rayedarekî dî ti daxuyanî nedan. Gelê êzidî helbet wê vê qebûl neke.”

Avesta bi berdewamî diyar kir divê rayedarên Iraqî ku di vê komkujiyê de cih girtine jî werin aşkerekirin, ev êrişa dewleta Tirk her wiha êrişeke li ser serweriya Iraqê ye, divê hikûmeta Iraqê vê bibîne û nebe hevkarê komkujiya li ser gelê êzidî. Avesta got: “Bêdengiya wan, wan dike hevkarê komkujiyê.”

‘HIKUMETA BAŞÛR BÊ DENG E’

Avesta bal kişande ser bêdengiya hikûmeta Başûr, partiyên sivîl, rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk, got DYE û welatên din ên navnetewî di nav vê komkujiyê de ne. Avesta got: “Ev êriş bi encama peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ne. Peymana 9’ê Cotmehê peymana Ferman’a 74’an e. Ji ber ku vîna ku ev 15 sal in nikarin bişkînin, dewleta Tirk, PDK û hêzên navnetewî dixwazin bi vê peymanê vê vînê bişkînin. Êrişên 16-17’ê Tebaxê wê peyamê dide ku dibêje an hûn ê vê peyamê qebûl bikn an jî em ê komkujiyan bikin.  Bi vî rengî dixwazin peymanê bi cih bînin. Çiye peyman? Bi temamî valakirina Şengalê, şikandina vîna gelê Şengalê, Şengaliyan ji Şengalê derxînin. Ji ber vê gelê êzidî ti caran wê vê peymanê qebûl neke, weke ku wan jî gotî ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘ERDOGAN DIXWAZE ŞENGALÊ VALA BIKE Û KERKÛK Û MÛSILÊ DAGIR BIKE’

Avesta her wiha got: “Dîktatorê faşîst Erdogan ji bo xeyalên Osmanî bi rê ketiye. Hedefa wî Şengalê vala bike, Telefer, Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Bi salan e rêxistiniya vê dike. 15’ê Tebaxê piştî daxuyaniya PDK’ê ya li ser Şengalê roja dîtir dewleta Tirk gef xwar û got, ”Heke Iraq nekeve Şengalê em ê bikevinê”. PDK divê dev ji vê polîtîkaya xayintiyê ya li ser Şengalê biqere. Divê gelê êzidî neke hedef.

‘NÎŞANDANA NEXWEŞXANEYÊ WEK BIRYARGEHA PKK’Ê, BÊEXLAQÎ YE’

Di rewşeke wiha de ku hê xwîna gelê Şengalê li erdê ye, hê balafirên şer ên dewleta Tirk li ser Şengalê ne, çapaemeniya ku ji hêla MÎT’a Tirk û hin hêzên Başûr ve tê rêvebirin herêma ku nexweşxane lê bû, weke biryargeha PKK’ê nîşan da. Ev bêexlaqî û bêşerefiyeke mezin e.”

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN’

Avesta herî dawî got: ”Em ê tola şehîdên xwe hilînin, têkoşîna ku dane bibin serî. Ez careke dî heval Seîd û şehîdên Sikêniyê bi bîr tînim. Bila serê gelê me û serê Rêber Apo sax be, em ê li ser rêya wan bimeşin û bi teqezî bi ser bikevin.”