Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê

Beriya çend kêliyan 30 kes ji Efrînê gihaştin Şehbayê. Ew kes ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê reviyane. Kesên hatine, îdiayên ENKS`ê derewandin û gotin kesek nikare li Efrîna dagirkirî bimîne.

Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê
Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê
Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê
Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê
Vê sibê 30 kes ji Efrîna dagirkirî gihaştin Şehbayê
21 tebax, 2021   08:59
ŞEHBA

Vê sibê 30 kes di nav de jin û zarok ji Efrîna dagirkirî gihaştin kantona Şehbayê. Ew kes ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê revîne.

Kesên ji Efrînê revîne piştrast kirin ku bi sedan sivîl û malbat dixwazin ji Efrînê derkevin lê dewleta Tirk a dagirker rê nade.

Wan kesan îdiayên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên têkildarî vegera şêniyên ji Efrînê re derewandin û gotin yên vedigerin diçin Tirkiyê û ji wir diçin Ewropayê, armanc jî valakirina herêmê ji Kurdan e.

Şêniyan destnîşan kir ku ji ber sûcan kesek nikare li Efrînê bimîne.

Di raporên bê de ajansa me dê navên sivîlan û sûcên li dijî wan hatine kirin eşkere bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5EU4cAJbYm0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>