Piştî çend salan ji xerîbiyê vegeriya welatê xwe û beşdarî avakirina wê dibe

Piştî 12 salên xerîbiyê vegeriya warê xwe û ji ber ku hunermend e, li ser şehîdan distrê. Di heman demê de tecrUbe û mal û milkên xwe xiste xizmeta avakirina projeyên ku derfetên kar ji gelek ciwanan re dabîn bike.

Piştî çend salan ji xerîbiyê vegeriya welatê xwe û beşdarî avakirina wê dibe
21 tebax, 2021   08:51
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Gelê Kurd di serdema pergala Baasê de li Sûriyê rastî zilm û zorê hat û li ser erda xwe ya dîrokî ji hemû mafên xwe yêm rewa bê par mabû. Di heman demê de pergala Baas herêmên Kurdan ji aliyê aborî ve paşguh kiribûn, ji ber vê yekê rêjeya xizaniyê zêde bû û bûbû sedem ku bi sedan ciwan koçberî derveyî Sûriyê bibin.

Bi destpêkirina krîza Sûriyê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelê herêmê destpêkê herêmên xwe ji desthilata rejîma Baasê rizgar kirin. Piştre hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku li dijî êrişên komên çeteyan ên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê parastina herêmê bikin. Ji bo parastina ewlehî û aramiya hundir hêzên ewlekariyê ava kirin.

Bi armanca xurtkirina ewlehî û aramiyê û da ku herêmê ji nû ve ava bikin û gelê wê bi awayekî demokratîk wê bi rê ve bibin, gelê herêmê Rêveberiya Xweser ava kir û bû sedem ku jiyana hevbeş a di navbera gelê herêmê de xurt bibe.

VEGERA LI WELÊT

Di saziyên Rêveberiya Xweser de yan jî di nava projeyên aborî yên taybet de derfetên kar ji hezaran ciwan re hatin peydakirin.

Ji ber ewlehî û başbûna rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kesên li derveyî welat teşwîq bûn ku vegerin warên xwe û pere û zanebûna xwe kirin xizmeta avakirina projeyên ku bi kêrî herêmê û şêniyên wê tên, vekin.

Ji wan ciwanê bi navê Sîpan Can ê ji şêniyên Girkê Legê ye ku ji ber tengaviyên ku rejîma Baasê beriya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê re derdixistin, koçber bûbû.

Sîpan Can derdora 12 salan li Swîsreyê ma, lê israra vegera li welat kir da ku tecrubeyên xwe bixe xizmeta projeyên ku xizmeta gelê herêmê dikin.

Li aliyekî din jî Sîpan Can hunermend  e, gelek stran li ser Şoreşa Rojava û şehîdan çêkirine. Tecrubeyên xwe di warê holên dawetan, seyrangeh û xwaringehan de bi kar anîn û li gundewarên Girkê Legê seyrangehek ava kir ku ji gelek alavên çanda Kurdan, hola dawetan, xwaringeh, baxçeyên ku lîstokên zarokan lê hene, pêk tê.

Projeya ku Sîpan Can ava kiriye, derfetên kar ji derdora 30 ciwanên li herêmê re dabîn kirin.

Sîpan Can got hezkirina wî ya ji welêt re bû sedem ku vegere warê xwe û beşdarî avakirin û geşkirina herêma xwe bibe û wiha domand: "Ji ber hezkirin û girêdana min a bi welêt ez vegeriyam Rojava û min gelek proje çêkirin. Welatê ku ez lê ji dayik bûme, ew welatê min e, ne welatê xerîbiyê."

Sîpan Can bang li ciwanên ku neçar mane koçber bibin, kir ku vegerin û aboriya welatê xwe geş bikin.

(eh)