Li bakurê Bexdayê gelek endamên Heşdî Şebî hatin kuştin

Duh bi şev di navbera hêzên Heşdî Şebî û çeteyên DAIŞ`ê de li parêzgeha Tarmiye ya bakurê paytext Bexdayê şerên dijwar rû dan. Di encamê de, di nav de fermandarekî tevgera Necba, 4 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin û derdora 6 kes jî birîndar bûn.

Li bakurê Bexdayê gelek endamên Heşdî Şebî hatin kuştin
21 tebax, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Tarmiye ya bakurê Bexdayê duh bi şev şerên dijwar di navbera komên Heşd Şebî û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Di encamê de 4 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin ku di nav de fermandarekî tevgera Necba heye û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê, milîsên Necba bi topan bersiva êrişa DAIŞ`ê da, lê ew top li malên sivîlan ketin. Ji ber wê gelek sivîl birîndar bûn û hatin kuştin.

Çavkaniyan da zanîn ku şênî ji ber topbaranê ji malên xwe ber bi gundên derdora Tirmayê ve reviyan.

Heman çavkanî piştrast kir ku milîsên Necba 2 sivîlên ji ber topbaranê birîndar bûbûn, ji ambulansê peya kirine û kuştine.

(dm)