​​​​​​​Li DYA`yê bangewaziyên qebûlkirina Gurên Boz wek rêxistineke terorîst

Komeke rêxistinên Kurd, Ermen, Yewnan û Amerîkî yên li DYA`yê bang li Wezareta Karên Derve ya Amarîkayê kir ku koma Gurên Boz a Tirk wek rêxistineke terorîst bi nav bike.

​​​​​​​Li DYA`yê bangewaziyên qebûlkirina Gurên Boz wek rêxistineke terorîst
21 tebax, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Dostaniyê ya Kurdî-Amerîkî (AFK), Meclisa Fermandariya Amerîkî-Yewnanî (HALC), Parastina Xiristiyanan (IDC), Komxebata Rojhilata Navîn (MEF), Komîteya Nîştimanî ya Ermenî-Amerîkî (ANCA) vê hefteyê bang li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kir ku koma Gurên Boz a Tirk bi awayekî fermî wek rêxistineke terorîst a biyanî bi nav bike.

Li gorî radyoya giştî ya Ermenistanê ku li ser înternetê weşanê dike, wan rêxistinan got Gurên Boz van sê şertên qanûnên DYA`yê ku ew rêxistineke terorîst pêk tîne:

1. Ev rêxistin, rêxistineke biyanî ye.

2. Têkilî tevgerên terorîst dibe yan jî dikare û niyet dike ku tev lê bibe.

3. Tevgera terorîst a vê rêxistinê li ser ewlehiya welatiyên DYA`yê û ewlehiya neteweyî ya DYA`ê gef e.

Heke ev rêxistin, wek rêxistineke terorîst a biyanî hat qebûlkirin, dê sermiyanên kesên endamên Gurên Boz ên li DYA`ê werin cemidandin. Endamên vê komê dê nekarin derbasî DYA`yê bibin.

Hikumeta Fransayê di 4`ê Mijdara 2020`an de bi awayekî fermî koma Gurên Boz qedexe kiribû.

(şx)