Bêrîvan Îsamîl: Li hemberî planên qirkirinê divê Kurd bibin yek

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya herêma Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe di radeya yekemîn de qirkirina Kurdan û têkbirina projeya neteweya demokratîk armanc dike. Her wiha got, li hemberî êrişan dagirekriyê divê têkoşîn were xurtkirin.

Bêrîvan Îsamîl: Li hemberî planên qirkirinê divê Kurd bibin yek
21 tebax, 2021   00:46
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî tevahî herêmên Kurdistanê didomîne. Ji van êrişan armanc dike gelê Kurd qir bike û projeya neteweya demokratîk tune bike.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl got, dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina gelê Kurd û têkbirina projeya neteweya demokratîk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Bêrîvan Îsamîl balkişand ser siyasetên dewleta Tirk ên li hemberî siyasetmedarên Kurd û got: "Dewleta Tirk ji operasyonên qirkirina siyasî armanc dike kurdan di warê siyasî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tune bike û ji êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê armanc dike, bi rêya tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê Kurdan tune bike. "

Der barê êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Îsamîl got: “Dewleta Tirk êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku fitne û tirsê di nava şêniyan de belav bike da ku zemîneke guncew a dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ava bike û wan herêman tev li axa xwe bike.”

Bêrîvan Îsamîl her wiha anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji van hewldanan, têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û bi rêya hevgirtina gelan bi ser ket.

Bêrîvan Îsamîl bi domdarî got: "Dewleta Tirk ne tenê dixwaze fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe, di heman demê de dixwaze fitneyê di navbera Kurdan bi xwe de derxe û ev yek ji êrişên wê yên li ser gerîla diyar bû dema PDK`ê wek amûr bi kar anî da ku vê armanc xwe pêk bîne."

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Îsamîl îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi taybet jinan dike hedef û wiha domand: "Ji ber ku jinan di şoreşa Rojava de li ser hemû qadan gelek destkeftî bi dest xistin, ji lew ra dewleta Tirk dixwaze vîna wan bişikîne."

Bêrîvan daxuyand ku li rex şerê li dijî jinan dewleta Tirk şerekî taybet li dijî ciwanên herêmê pêk tîne da ku wan ji xeta şoreşê dûr bixe.

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Îsamîl bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku têkoşîna li hemberî fitneya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di navbera wan de derxîne mezin bikin. Her wiha bang li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê kir ku têkoşînê mezin bikin û li hemberî êrişên dagirkirinê bibin yek.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z7cVqaAdfVg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>