ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-08-2021
20 tebax, 2021   23:00

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelekê bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" li navenda Şînav a Dêrikê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişloyê diyar kirin ku parastina herêmê ji dagirekriya Tirk erka her kesî ye û gotin: "QSD'ê hebûna gel e û  di xendeqên parastinê de ne wê tenê be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Zirganê şermezar kirin û got, ew ê li hemberî dagirekriya Tirk li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî xerîbiya ku 12 salan dewam kir, careke din li warê xwe vedigere û ji bo şehîdan distirê, bi pisortî û pereyên wê xwe gelek proje vekirin û derfetrên kar ji gelek ciwanan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevseroka Meclisa PYD`ê ya herêma Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe di radeya yekemîn de qirkirina Kurdan û têkbirina projeya neteweya demokratîk armanc dike. Her wiha got, li hemberî êrişan dagirekriyê divê têkoşîn were xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide plana DAIŞ'ê ya qirkirinê temam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Ji daxuyaniyên Mistefa Kazimî xuya dibin ku gefê li civaka êzidî dixwe. Kazimî bi awayekî neyekser dibêje ku heke bendên lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de pêk neyên wê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin.

DOSYA

- Şîrovekarê siyasî û lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehî diyar kir ku desteserkirina desthilatê Efganistanêji aliyê Talîbanan ve ne derbeyeke bû, lê şanoyeke ku plana wê li Dewhayê hatibû kirin. (BI WÊNE).

JIN

-Ji ber sûcên dewleta Tirk ên li dij jinan, bi taybet tawazîkirina zarokekê ji aliyê cerndermeyên li ser sînor ve, endamên rêxistinên jinan banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir da ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Destpêkê; tecrîd çi ye? Çima tecrîd? Mirov dikare li gorî nêzîkatiyê yan jî berjewendiyê binirxîne. Yanî tiştek, zîndiyek an jî mirovek îzole kirin, yan jî tune hesibandin e. Bê guman tiştê herî zêde balê dikişîne ku li ser mirov tê ferzkirin . Ew jî; tu bi carekê ji hemû mafan yekî/ê mehrum dihêlî, ji dinyayê qut dikî û bi halê xwe dihêlî. Her wiha ji aliyê civakî, aborî û çandî ve wî tene dihêlî. (BI WÊNE).

ANHA