Kazimî gefê li civaka êzidî xwar

Kazimî gefê li civaka êzidî xwar
21 tebax, 2021   03:13

EKREM BERAKAT

Ji daxuyaniyên Mistefa Kazimî xuya dibin ku gefê li civaka êzidî dixwe. Kazimî bi awayekî neyekser dibêje ku heke bendên lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de pêk neyên wê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin.

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê û PDK`ê lihevkirineke têkildarî rêvebirin û ewlehiya Şengalê îmze kir. Lê nêrîna êzidiyan di ber çavan re nehat derbaskirin. Çavdêran piştrast kir ku aliyên din di vê lihevkirinê de hene di serî de dewleta Tirk a dagirker.

Aliyan li ser gelek bendan li hev kirin, jê ya herî girîng danîna rêveberiyeke hevbeş bi hevkariya di navbera hikumeta federal û Başûrê Kurdistanê de, dê polîsa federal bi hevkariya Başûrê Kurdistanê warê ewlehiya Şengalê bi rêve bibe.

Hêjaya bi bêrxistinê ye ku di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên 3'yê Tebaxa 2014'an de her du alî (Bexda û Hewlêrê) ji Şengalê reviyan û şêniyên wê di nava lepên DAIŞ`ê de hişt.

Şêniyên Şengalê ji vê lihevkirinê nerazî ne ji ber bê nêrîna êzidiyan hatiye îmzekirin. Ji ber wê daketin qadan û piştrast kirin ku a baş ew e ku her du hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê rêveberiya wan nas bikin, hesabê ji kesên ku têkiliyên wan di komkujiyan de hene bixwazin.

Piştî lihevkirinê, artêşa Iraqê gefa ketina Şengalê xwar û wek dem heta 1`ê Nîsana 2021`an da hêzên Asayîşa Êzîdxanê da ku navendên xwe vala bikin. Civaka êzidî li hemberî van gefan nerzîbûna xwe nîşan da û di wê çarçoveyê de û ji bo rê nedin ku artêşa Iraqê derbas bibe, bi hezaran şêniyên Şengalê berê xwe dan lûtkeya çiyayê Şengalê û bûn mertal.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê destnîşan kir ku ew lihevkirinê red dike û got, çareserkirina pirsgirêka Şengalê tenê di naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê de ye. Wê demê ragihand ku ew hêzên asayîşê ji hev naxe û qebûl nake ku artêşa Iraqê di cihên pîroz yên çiyayê Şengalê de belav bibe û got, ew ê li hemberî vê yekê li ber xwe bidin.

Di 20`ê Nîsanê de artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirkê yê başûr rojavayê Şengalê bibe, lê şêniyên Şengalê rê li pêşiya artêşê girt û nehişt ku derbasî gund bibe.

Piştî ev helwesta mezin a şengaliyan a li hemberî lihevkirinê û kiryarên hikumeta Iraqê, dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li ser Şengalê. Di encama êrişên wê yên hawayî de de gelek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd bûn.

Di êrişa dawîn a balafirên şer ên dewleta Tirk a li dijî Şengalê de ku di 16`ê Tebaxê de pêk hatibû  ji fermandarên YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda hatin şehîdxistin û 3 sivîl birîndar bûn. Lê ya balkêş ew e ku Seîd Hesen bi erka pêşwazîkirina Mistefa Kazimî pêk dianî, ku serdana gundê Koco kir da ku qurbaniyên komkujiya Şengalê ya sala 2014`an li wir bi bîr bîne.

Lê Mistefa Kazimî behsa êrişa li dijî Seîd Hesen nekir. Tenê daxuyaniyên bêbandor dan. Kazimî di wan daxuyaniyên xwe de got, rêya yekane ya ewlebûna Şengalê, pêkanîna lihevkirina 9`ê Cotmeha 2020`an e. Lê behsa binpêkirinên domdar ên li dijî serdestiya Iraqê nekir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên. Dewleta Tirk beriya saetekê ji serdanê êriş pêk anî û piştî rojekê ji serdanê êrişî nexweşxaneya gundê Sikêniyê kir, di encamê de 4 şervanên YBŞ û 4 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn.

Heta niha hikumeta Iraqê têkildarî binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî serdestiya Iraqê daxuyanî nedaye. Berovajî wê, ji daxuyaniyên Kazimî diyar dibe ku gef li civaka êzidî tê xwarin ku heke bendên lihevkirina di navbera wî û PDK`ê pêk neyên, wê êrişên dewleta Tirk a dagirker ranewestin.

(şx)

ANHA