​​​​​​​‛ Êrişên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê derqanûnî ne’

Berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê Mihemed Saqid El-Isêdî da zanîn ku sûcên li dijî penaberên sûrî yên li xaka Tirkiyê ku digel bêdengiya navneteweyî pêk tên li dijî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne.

​​​​​​​‛ Êrişên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê derqanûnî ne’
18 tebax, 2021   03:44
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Têkildarî êrişên nijadperestî yên tirkan ku beriya çend rojan li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê pêk anîne, şêx Mihemed Sadiq El-Isêdî ji ajansa me re axivî.

Berdevkê şêx û rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî wiha got: "Ji 2011’an ve bi sedan malbatên sûrî penaberên Tirkiyê bûn da ku bi ewle bijîn. Lê dewleta Tirk hovîtirîn sûcan ji qetilkirin, pêlêkirin, avêtina keviran û gefên derxistina ji Tirkiyê li dijî sûriyan pêk tîne. Ev sûc derexlaq û derqanûnî ye."

Têkildarî bikaranîna sûriyên li derve û hundirê welat ji aliyê dewleta Tirk ve, El-Isêdî wiha got: "Dewleta Tirk sûriyên ku şoreş li dar xistine ,kirine çete û bi rêya wan şoreşa Sûriyê têk bir. Ew çete di bin ala Tirkiyê de li herêmên Rojhilatê Navîn sûcan pêk tînin. Dewleta Tirk ev çete şandin Lîbya û Azerbeycanê, di vê dawiyê jî nîqaş hat kirin ku li beramberî pereyan ew çete şandine Efganistanê."

El-Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk dijminê gelê Sûriyê bi giştî û dijminê gelên herêmên bakurê Sûriyê bi taybet e û destkeftiyên Rêveberiya Xweser li kêrê wê nayên, ji ber vê yekê her tim hewl dide tevna civakî ya pêkhateyên herêmê ji hev bixe.

El-Isêdî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê rawestînin.

El-Isêdî li dawiyê bang li gelê Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û li hember destwerdana derve li karûbarên Sûriyê bibin yek.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mc2pSijNJOM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>