'Kazimî peyamekê dide ku li Rojhilata Navîn ji mîsyonên nû re amade ye'

Rojnamevan Şaswar Mame 'Lûtkeya Cîrantiyê ya Herêmî ' ku dê di dawiya vê mehê de ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê lidarxistin, nirxand û got "Bi civînê re serokkomarê Iraqê Kazimî dixwaze mesajekê bide ku ew ji mîsyonên nû yên li Rojhilata Navîn re amade ye."

'Kazimî peyamekê dide ku li Rojhilata Navîn ji mîsyonên nû re amade ye'
18 tebax, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Bexda amadekariyên xwe yên ji bo 'Lûtkeya Cîrantiyê ya Herêmî' dike ku dê di dawiya vê mehê de malovaniyê jê re bike û dê 6 welatên cîran û hin welatên herêmê; Misir, Îmarat, Qeter û her wiha welatên Ewropa û DYA beşdar bibin.

Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî  wezîrên xwe wezîfedar kirin da ku ji bo lûtkeyê vexwendnameyan ji serokên welatên cîran re bişînin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Kazimî re ragihand ku ew ê bi xwe de beşdarî lûtkeyê bibe.

Tê payîn ku di civînê de welatên cîran ên pirsgirêkên ewlekarî û aboriyê lê hene, bêne cem hev. Lê nayê zanîn bê ka hikumeta Şamê ji bo lûtkeyê hatiye vexwendin an na.

Tê payîn ku Iraq bi vê civînê re bi cîranên xwe re careke din bikeve pêvajoyeke normalîzekirinê ku dê meh û nîvekê beriya hilbijartinên serokkomariyê yên Iraqê pêk were. Di heman demê de beşdarbûna serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nîşan dide ku nêzîkbûna di navbera van her du welatan de dê bidome.

Rojnamevan Şaswar Mame li ser ‘Lûtkeya Cîrantiyê ya Herêmî’ axivî û diyar kir ku hikumeta Iraqê dixwaze mesajekê bide ku ew amade ye li Rojhilata Navîn rolên nû bigire

‘KRÎZÊN DÎPLOMATÎK DI NAVBERA BEŞDARÊN CIVÎNE DE HENE’

Şaswar Mame got dê Fransa di vê civînê de bi roleke girîng rabe û wiha axivî: “Piştî şikestina îradeya hikumeta Iraqê di sala 2003’an de, ev civîn bi vî awayî jî dê bibe yekem. Dê aborîya Iraqê yek ji ajandeyên sereke yên vê kombûnê be. Niha ji bo her kesî pirsek e ku ev civîn dê bi ser bikeve yan na. Di navbera hin welatan de ku tev li vê civînê bûne, hê jî krîzên dîplomatîk dewam dikin. Ez bawer nakim hêza Iraqê hebe ku bi hevdîtinekê van pirsgirêkan çareser bike. Lê belê ev hevdîtin ji aliyê yekembûnê ve girîng e."

Mame destnîşan kir ku li gelek deverên Rojhilata Navîn şer û krîz didomin û wiha pê de çû: "Di şerê li Rojhilata Navîn de rola gelek welatan heye. Di van şeran de rola hêzên hegomonîk ên navneteweyî xuya ye. Gelekî girîng e ku hinek welatên Ereban ji bilî welatên cîranên Iraqê beşdarîyê di vê kombûnê de bikin. Dê di vê kombûnê de behsa ewlehiya Iraq û Sûriyê jî dê bê kirin. Ev hevdîtin di heman demê de lêgerîna li rê û rêbazên nû yên diyalogê ye. Di warê afirandina stratejiyên xwe yên siberojê de ew welat berê xwe didin vê civînê. Hê jî tê gotin bê ka Sûriye ji bo civînê hatiye vexwendin an na. Ez bawer im hikumeta Iraqê dixwaze hikumeta Sûriyê ku di vê dawiyê de peywendiyên baş pê re saz kirine, beşdariyê di vê kombûnê de bike. Tevî vê yekê jî dê eşkere bibe bê ka welatên din ên beşdarî civînê dibin dixwazin Esad jî beşdar bibe yan na."

‘ÎHTÎMALA RÛPELEKE NÛ JI ESAD RE BÊ VEKIRIN, QELS E’

Şaswar Mame diyar kir ku heke Esed beşdarî civînê bibe, ev yek tê wê wateyê ku welatên herêmê serokatiya wî nas dikin û dê hemû welat di vê mijarê de bêhtir hişyar bin û got: "Di vê hevdîtinê de îhtîmala rûpeleke nû ji Esad re bê vekirin, li gorî min ne xurt e. Her welatek ku beşdariyê di vê civînê de dike, razî ne ku bi destnîşankirina hinek mercan beşdariyê di vê kombûnê de bikin. Serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî jî dê tev li civînê bibe. Bi rêya vê hevdîtinê dibe ku Fransa rakirina ambargoya li ser Îranê û vekirina rûpeleke nû, bixe rojevê. Derketina hikumeta Trump û hilbijartina serokkomarekî nû ya Îranê, ji bo welatên tev li civînê dibin, gelekî girîng e. Tê zanîn ku di vê civînê de diyalogên nû tên pêşxistin. Ev hevdîtin jî dê encamên xwe ji bo gelê Kurd hebin. Di civînê de Kurd dê neyên temsîlkirin lê mijareke sereke ya civînê ne."

Rojnamevan Şaswar Mame got: "Dibe ku Amerîkayê pêşniyara civînê kiribe, lê rola Fransayê pir xurt e. Macron di hevdîtina xwe ya li gel serokwezîrê Iraqê Kazimî de bal kişandibû ser girîngiya civînê. Dibe ku Fransayê ji bo tevlêbûna welatan roleke îqnaker lîstibe. Venekişandinda Amerîkayê ya hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê jî dê yek ji guftûgoyên vê kombûnê be. DYA li herêmê ji bo Fransayê mîsyoneke nû diyar dike. Ji ber vê yekê dê bi tenê li van herêman di wateya leşkerî de desthilata xwe bidomîne. Dê di vê kombûnê de behsa ewledariya sînorên Iraq, Îran û Sûriyê jî bê kirin û biryaran bidin.”

‘CIVÎN JI BO IRAQÊ DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ YE’

Mame da xuyakirin ku beriya hilbijartinên Iraqê serokwezîrê Iraqê Kazimî vê civînê li dar dixe û dê pêvajoyeke nû bide destpêkirin û got: "Kazimî hê jî bi qasî ku dixwaze li hember hin welatan ne xurt e. Bi ya min ev civîn ji bo rewşa Iraqê ya li Rojhilata Navîn girîng e. Piştî sala 2003'an Iraqê hêza xwe winda kir ku bi cîranên xwe û welatên din re li ser maseyekê kom bibe. Li gel serkeftina Kazimî ya dawîn a li herêmê, dê ev yek bandora xwe li ser kesî xuya  bike. Ev hevdîtin ji bo Kazimî gelekî girîng e ku pozîsyona xwe xurt bike. Dixwazin Iraqê ji nû ve li ser pêyan bigirin û li dijî welatên din xurt bikin. Kazimî bi vê civînê dê hewl bide arîşeyên krîtîk ên Iraqê çareser bike û di Cotmehê de li Iraqê hilbijartin dê pêk were. Tevgera El-Sedr, Koalîsyona Weteniye, Partiya Komunîst a Iraqê û Eniya Diyaloga Nîştimanî biryara boykotkirina hilbijartinan da. Bi ya min ev civîna ku di demeke bi vî rengî de li dar dikeve, dê bandora xwe hebe."

Şaswar Mame diyar kir ku di civînê de dê rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn jî bê nîqaşkirin, lê encamek jê dernakeve û got: "Ji ber nebûna statuya navneteweyî ya Kurdan dê nekarin cihê xwe di vê civînê de bigirin. Hem Herêma Federal a Kurdistanê ya û hem jî Rojavayê Kurdistanê dê di vê civînê de amade nebin. Dibe ku di civînê de nîqaşên cuda û lihevkirin çêbin, lê ez bawer nakim ku li ser zemîneke fermî be. Heke biryarekê têkildarî Kurdan di civînekê de bidin, divê Kurd di van civînan de amade bin. Her biryara ku di vê civînê de bê dayîn, dê ji bo xurtkirina berjewendiyên wan be."

‘BIRYARÊN CIVÎNÊ DÊ JI BO KURDAN NE DERBASDAR BIN’

Rojnamevan  Şaswar Mame da xuyakirin ku heta niha Kurdan têkildarî civînê tu daxuyanî nedane û wiha lê zêde kir: "Biryarên ku dê di Lûtkeya Cîrantiyê ya Herêmî de bên dayîn, dê ji bo Kurdan ne girîng bin. Serokkomarê Iraqê Kurd e, dîsa di Wezareta Karên Derve de rola Kurdan heye. Heke bixwazin, dikarin bi rolên xwe bandorê li civînê bikin. Heta niha ev hevdîtin ne di rojeva Kurdan de ye. Heta niha nûnerên Kurdan li ser mijarê tu şîrove nekirine. Di dema vexwendina Îranê de endamên şandeya têkiliyên derve ya Îranê daxwaz kir ku Iraq komên çekdar ên Îranê ji welêt derxe. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku heke ev neyê kirin, dê li dijî van hêzan çalakiyên xurt li dar bixin. Ev mijar jî dê di rojeva civînê de be."

ANHA