Birîndarên êrişa li ser Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Hesekê

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Zirganê de pîrejinek, mêrik, keça wî û 2 zarok birîndar bûn û niha li Nexweşxaneya Gel a taxa Ezîziyê ya Hesekê ne.

Birîndarên êrişa li ser Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Hesekê
Birîndarên êrişa li ser Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Hesekê
Birîndarên êrişa li ser Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Hesekê
17 tebax, 2021   20:59
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, di endama topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Zirgan û gundewarên wê de gelek şênî birîndar bûn û navên wan wiha ne; jina bi navê Fehîme Elo (50), welatiyê bi navê Dawûd Derwîş (60), keça wî Narîman Derwîş (30), zaroka bi navê Gulistan Mehmûd Elo yê bi temena salek û nîv, Ebdullah Yusif (8 meh) gihaştin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

Vê êvarê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê ser û ber navçeya Zirganê topbaran kirin, di encamê de pitik û jinekê jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl birîndar bûn.

(fr)

ANHA