Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Zirganê dîsa dane ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din gundên rojhilatê navçeya Zirganê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Zirganê dîsa dane ber topan
17 tebax, 2021   12:34
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de devera bi navê Idrîs El-Ebas a di navbera gundên Rebîat û El-Zêdiyê de (3 km li rojhilatê Zirganê), topbaran dikin.

Têkildarî zirarên di encama topbaranê de çêbûne, heta vê kêliyê agahî nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA