Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin

Ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê, bi dehan Êzidiyên herêma Cizîrê û şêniyên navçeya Amûdê daketin qadan. Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi heman armancê daxuyaniyên cuda dan.

Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
Êzidiyên herêmê û şêniyên Amûdê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kirin
17 tebax, 2021   12:25
​​​​​​​QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê, Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Mala Êzidiyan ya herêma Cizîrê meşek orgenîze kir û êrişa dewleta Trk a dagirker a li dijî Şengalê şermezar kir, ku di encamê de yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

Meş ji çerxerêya Jinê destpê kir û li çerxerêya Şengalê ya li Başûrê navçeyê bi dawî bû û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê daxuyaniyek hat xwendin.

Di dauxyaniyê de Mala Êzidî bang li raya giştî ya cîhanê, rêxistin, partî, dewlet û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi êşa civaka êzidî bihesin ku ji dîroka fermana yekemîn ve û heta roja îro, êş û zehmetiyan dikişînin. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker kesayeteke xwedî pîvan di civaka êzidî de û yek ji fermandarên YBŞ`ê Seîd Hesen hedef girt.

Mala Êzidiyan destnîşan kir ku dagirkeran bi armanc têkbirina vîna civata Êzidî û ji bo ku jenosîdeke din pêk bînin, gelên resen ên herêmê bidin koçberkirin û çiyayên stratejîk ên Şengalê kontorl bikin û di çarçoveya mîsaqê millî de komploya xwe ya ji bo tunekirina Kurdan, ereban, suryan û ermenan temam bikin, civata êzidî dikin hedef û komkujî li dijî wê pêk tînin.

Her wiha daxuyand ku ruxmî tevahî fermanan lê negihiştin çiyayê Şengalê û çand, mîrasa gelê wê tune nekirin. Her wiha diyar kir ku hedefgirtina Seîd Hesen, kîn û nefreta dewleta Tirk a li hemberî gelên herêmê nîşan dide.

ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidîyan a kanona Efrînê jî li pêşiya navenda yekitiyê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên şehîd Seîd Hesen, Mam Zekî Şengalî, şehîd Bêrîvan û ala Yekitiya Êzidîyan a kantona Efrînê, hildan û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev karekî tirsonek ê dewleta Tirk e. Dewleta Tirk hurmeta hemû cihên pîroz binpê dike da ku armancên xwe pêk bîne û herêmên din dagir bike.

Êrişa li ser Şengalê binpêkirina serdestî û rûmeta dewleta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ye, her wiha binpêkirina pîvan û biryarên navneteweyî ye. Berdewamiya bêdengiya ji aliyê dewleta Iraqê ve der barê kuştina têkoşeran li ser xaka wê tiştekî nayê qebûlkirin. Em dibînin ku ev yek da ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye neçar bike ku peymana lihevanînê ku dewleta Tirk li ser hikûmeta Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê ferz kiriye, erê bike.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku sînor ji hovîtiya dewleta Tirk re deyne û wê neçar bike ku baregehên xwe yên li xaka Başûrê Kurdistanê hilweşîne û ber bi xaka xwe ve bibe. Her wiha em bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku li şûna hevkariya dewleta Tirk a ku pilan dike ku xaka Kurdistanê parçe bike, hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bike."

Her wiha girêdayî mijarê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava daxuyaniyek da û tê de got, armanca dewleta Tirk a faşîst ku derfetê nede şêniyên Şengalê ku li warê xwe vegerin û dixwaze aramî û ewlehiya herêmê xira bike.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî civaka Êzidî şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û nexasim NY`yî û rêxistinên azadiya olan kir ku sînorekî ji Erdogan re deyne.

 (şx,bx)

ANHA