​​​​​​​"Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be"

Çalakvanên Kurd û sûrî hemleya "Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be" da destpêkirin. Hemle li ser malperên medya dijîtal rastî eleqeyeke mezin hat.

​​​​​​​"Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be"
17 tebax, 2021   12:39
NAVEND NÛÇEYAN

Çalakvanên Kurd û Sûrî ku neçarî koçberiyê bûne dest bi hemleya "Na ji vegera Efrînê re, heya ku dijmin li axa me be" û #EfrinUnderTurkishOccupation" kir.  Hemle bi awayekî berfireh li ser malperên medya dijîtal belav bû.

Gelek alî û di serî de ENKS`ê propagendeya vegera koçberan li Efrîna dagirkirî re dike, da ku sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li wir pêk tînin, veşêre

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 300 hezar welatî neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê bi cih bûn. Nêzî 400 hezar welatî li herêmên cûda yên Sûriyê, malbatên Turkmen û filistînî li şûna niştecihên resen ên Efrînê, hatine bicihkirin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê ji bo vegera koçberan hişyarî da û got li pey hemleyên reşkirinê ku ji aliyê ENKS`ê û endamên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk ve têne kirin, neçin.

13`ê Tebaxê ENSK`ê civînek li dar xist û der barê civînê de daxuyaniyek da. Di bendeke daxuyaniyê de ENKS`ê îşart bi girîngiya vegera hejmarek ji malbatên koçber ber bi warê xwe (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) kir.

 (bx)

ANHA