Derar: Pêwîstiya nenavendîbûnê bi gelek tedbîrên xurt heye

Riyad Derar piştrast kir ku pêwîstiya nenavendîbûnê bi girtina gelek bergiriyan heye da ku gelê herêmê nûnerên xwe bi xwe hilbijêre û got “Piştî daxuyaniya Beşar El-Esed em ê rewşê bişopînin bê ka karbidestî dê çawa belav bibe."

Derar: Pêwîstiya nenavendîbûnê bi gelek tedbîrên xurt heye
16 tebax, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed di hevdîtina xwe ya li gel hikumeta nû ya 14'ê Tebaxê de got êdî derfeta derbasbûna ji navendîbûnê ber bi nenavendîbûnê ve heye û wiha axivîbû: "Derfet niha ji bo vê pêngavê guncaw e, ji ber ku meclisên herêmî bi awayekî herî baş dikarin berjewendiyên xwe yên herêmî nas bikin û çareseriyan pêşkêş bikin. Ev yek alîkariya desthilata navendî û rayedarê navendî dike ku bi detayan nexeniqin û ber bi fikreke stratejîk, çavdêrî û danîna planan ve biçin."

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa me re axivî û têkildarî axaftina Beşar El-Esed a girêdayî nenavendîbûnê got: "Pirsgirêka li Sûriyê ne pirsgirêkeke aborî ye, ne biryara serokekî ye, lê bel êpêwîstiya civakî ye û pêkanîna demokrasiyê ye ku rê li pêşiya nenavendîbûnê di jiyana rojane û baweriyên siyasî de digire."

Derar piştrast kir ku pêwîstiya nenavendîbûnê bi girtina tedbîrên xurt heye ku gelê herêmê nûnertiya xwe bike û nûnerên xwe hilbijêre û li navendê wezaretên taybet ên serwer hene ku yekrêziya welat piştrast dikin û pêk tînin û wiha domand: “Wezaretên xizmetguzariyê berpirsyariya herêman in."

Riyad Derar destnîşan kir ku dê piştî daxuyaniya Beşar Esed çawaniya belavkirina karbidestiyê bişopînin û got: "Ji bo me navê rêveberiyê çi ye ne girîng e, çi rêveberiya herêmî yan jî rêveberiya xweser be. A girîng ew e ku erkên meclisên herêmî fireh bin û ji aliyê yek kesî ve neyên kontrolkirin. "

Derar anî ziman ku dema meclisa herêmî ji gelên herêmê pêk were û serokê wê ji aliyê gelê heman herêmê ve were hilbijartin, gelê herêmê dikare bi rêya têgeha demokrasiya rasterast hesabê ji serok bixwaze û wiha domand: "Divê ev yek bibe mijara pêşbaziyê (hevrikiyê) di navbera hêzên siyasî yên li wê herêmê de, da ku rêveberî pirreng be û ne li gorî desthilata yek partiyê yan jî komekê be û divê li hemû herêmên Sûriyê were sepandin."

Riyad Derar têkildarî armancên biyarnameya bi hejmar 107’an wiha got: “Armancên biryarnameyê rast in, me jê têgeha nenavendîbûna demokratîk girt û em niha di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin. Armanc jê, pêkanîna nenavendîbûna hukmî û berpirsiyariyan e. Li gorî pêkanîna bingeha demokrasiyê ku dihêle gel çavkaniya desthilatê be, hukm dikeve destê gel. Ew yek bi rêya diyarkirineke zelal û nedualî ya hukm û mafên meclisên yekîneyên rêveberiyê pêkan e da ku bikarin berpirsyarî û erkên xwe di pêşxistina yekîneya rêveberiyê di aliyê aborî, civakî, çandî û avahîsaziyê de pêk bînin.”

Riyad Derar destnîşan kir ku armanca yekemîn ji biryarnameya 107’an , dîtina yekîneyên rêveberiyê ye ku bikarin plan bikin û wan planan pêk bînin, her wiha planên geşkirin û pêşxistinê yên taybet bi civaka herêmî re deynin, projeyên taybet bi pisporî pêk bînin û wiha dewam kir: “Ev axaftineke durist e. Lê belê dema pêkanînê tê, bi ber bayê dikeve. Ji ber ku yên çavdêriya wê dikin, tenê dixwazin nenavendîbûnê bi nav, form, propaganda û dirûşman bi cih bikin."

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FAWRczYflEM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>