​​​​​​​Dewleta Tirk Şengal bombebaran kir; 2 sivîl şehîd bûn - NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer navenda bajarê Şengalê bombebaran kir û di encamê de, 2 sivîl şehîd bûn û 2 birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk Şengal bombebaran kir; 2 sivîl şehîd bûn - NÛ BÛ
16 tebax, 2021   09:22
ŞENGAL

Li gorî agahiyan, balafira dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li sûka kevin a navenda bajarê Şengalê, bombebaran kir.

Tê gotin di encama bombebaranê de, 2 sivîl şehîd bûn û 2 sivîlên din jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê dihat payîn ku Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî serdana Şengalê bikira.

ANHA