​​​​​​​Piştî şer û topbaranê taxên Derayê aram in

Piştî topbarana hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 4`an û şerê bi çekdaran re, ji şeva din ve taxên Dera El-Beled aram in. Çav li rê ye ku pêşniyara Rûsyayê ya derketina kesên dorpêçkirî û radestkirina çekan pêk bê.

​​​​​​​Piştî şer û topbaranê taxên Derayê aram in
16 tebax, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYANA

Di saetên destpêkê yên pêkanîna nexşerêyê de ku Rûsyayê girêdayî agirbestê pêşkêş kiriye, derketina sivîlên dorpêçkirî li Dera El-Beled û radestkirina çekan, taxên Dera El-Beled ji şeva din ve aram in. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku komîteya dan û standinan qebûlkirina bendan bi temamî dereng dixe.

Şeva din, hêzên hikumeta Şamê û hêzên Furqeya 4`an taxên Dera El-Beled a dorpêçkirî bi çekên giran topbaran kirin. Di navbera wan û çekdarên herêmî de li tixûbên Dera El-Beled şer derketibû.

Li gorî SOHR`ê, piştî ku komîteya dan û standinan ragihand ku wan bi temamî pêşniyara Rûsyayê qebûl nekiriye, topbaran û şer rû da.

(cx)