Heyva Sor a Kurd: Hejmara pêketiyên Koronayê li herêmê zêde dibe

Rêveberê Odeya Çalakiyan a Hevya Sor a Kurd diyar kir ku pêla çaran a vîrusa Koronayê bandorê li mirovên ji hemû temenan dike û rêjeya pêketiyan li herêmê zêde dibe.

Heyva Sor a Kurd: Hejmara pêketiyên Koronayê li herêmê zêde dibe
16 tebax, 2021   06:53
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Piştî derbasbûna pêla sêyem a vîrusa koronayê (covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî aliyên peywendîdar ev demek e pêla çarem a vîrusê li herêmê belav bûye.

Têkildarî mijarê, rêveberê Odeya Çalakiyan a Hevya Sor a Kurd Şîndar Loqo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di her sê mehên borî de rêjeya pêketiyên Koronayê li herêmê kêm bûbû û got: “Ji dawiya Tîrmehê ve hejmara pêketiyên koronayê zêde bû, heta niha hîn jî hejmar pêketinê ber bi bilindbûnê ve diçe.”

Loqo daxuyand ku ew pêla vîrusê bandorê li hemû temenan dike, heta zarokan jî û wiha got: “Bi taybet zarokên ku nexweşiya şekir û penceşêrê bi wan re heye. Ew jî cureya ‘delta’ ye, heta niha em nikarin cudahiyê di navbera wan de derxin, ji ber ku bi testên xwînê xuya dibin.”

Loqo diyar kir pêla sêyemîn û çaremîn ji hev cuda ne û wiha got: “Vîrus di pêla çaran de zû belav dibe, hin lêkolîn dibêjin ku ji sedî 75 zûtir belav dibe. Lê nîşaneyên her du pêlan wekî hev in.”

Loqo destnîşan kir ku di pêla çaran de hejmara nexweşên koronayê veguhestine nexweşxaneyan, gihaştiye 23 nexweşan û wiha dewam kir: “Di vê mehê de di pêla çaran de bûyerên mirinê çênebûne, piraniya wan baş dibin. Li gorî lêkolînan, her kesek nexweş dikare 60 kesî din bi vîrusê bixe.”

Şîndar Loqo bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di vê qonaxê de bi saziyên tenduristiyê re alîkar bin û wiha got: “Kesên ku bikarin derziyên li dijî koronayê bigirin bila bigirin, ji ber ku sûda wê gelekî heye. Maskan bi kar bînin, her wiha çûn û hatinê zêde nekin.”

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13`ê Tebaxê de, hejmara pêketiyan gihaşt 71 kesî. Her wiha hejmara pêketiyan ji destpêka belavbûna Koronavîrusê li herêmê gihaştiye 18 hezar û 939’an.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ptz0jYpXo0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>