'Dem dema naskirina Rêveberiya Xweser e'

Şêniyên kantona Kobanê bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin da ku hîmên jiyana hevbeş a li herêmê misoger bikin û aştiyê li Sûriyê pêk bînin.

'Dem dema naskirina Rêveberiya Xweser e'
16 tebax, 2021   06:25
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Piştî deh salan ji şerê Sûriyê, li gorî herêmên din ên Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma herî ewle ye. Ruxmî ewlehî, aramî û wekheviya di navbera pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser de jî, lê hîn jî civata navneteweyî çavên xwe li fedakariyên şêniyên ên ji bo pêkanîna vê ewlehiyê, digire û îtîrafê bi vê projeya serkeftî nake.

Piştî çend salan ji damezirandina Rêveberiya Xweser û bidestxistina serkeftiyan di hemû qadan de, şêniyên Kobanê dibêjin ku divê aliyên navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bikin da ku aştiya li herêmê were parastin.

ꞌBI RÊYA RÊVEBERIYÊ, JINAN DI NAV CIVAKÊ DE NÛNERTIYA XWE KIRꞌ

Hemwelatiya bi navê Zelal Xelas a ji navçeya Sirînê got: "Naskirina Rêveberiya Xweser erk e û pir girîng e, ji ber ku ev rêveberî garantiya parastina mafên hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha garantiya mafên jinan dike ku beriya damezirandina Rêveberiya Xweser di civakê de ji mafên xwe bêpar mabû, lê bi damezrandina Rêveberiya Xweser re jinan hemû mafên xwe bi dest xistin û di civakê de bi azadî nûnertiya xwe kir."

Welatiyê bi navê Xalid Salih ê ji navçeya Sirînê jî wiha axivî: "Îtîrafa bi rêveberiyê girîng e ji ber ku bi rêya projeya biratiya gelan ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye, me mafên xwe bi dest xistin ku ferq û cudahiyê naxa navbera pêkhateyan. Ez ji gelê herêmê re dibêjim ku em bira ne û divê li dijî êrişan yekrêz bin, da ku em ewlehî û aramiya piştî damezrandina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, misoger bikin."

Welatiyê bi navê Mihemed Osê yê ji gundê Xurxurî yê rojavayê Kobanê jî axivî û got: "Dem dema naskirina Rêveberiya Xweser û sekna li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker e, ya ku piştgiriya terorê dike û hewl dide projeya me ya serkeftî têk bibe. Ev proje bi planên dewleta dagirker re bi nakok e ji ber ku gelê herêmê yek rêz bûn û kedeke mezin dan heta ku gihaştin vê qonaxê heta gelek ji ewledên me da ku em ewle û aramî bijîn şehîd bûn." 

Welatiyê bi navê Ziyad Elî yê ji gundê Boraz jî wiha got: “Tecrubeya ku gelê me bi rêya Rêveberiya Xweser jiyan kir, tecrubeyeke demokratîk bû cudahî nexist navbera pêkhateyan ku tu pêkhate rastî zilimê nehat û hemû wekî xwişk û bira cihên xwe tê de girt. Her wiha ji cîhanê re isbat kir ku herêma yekane ya ku li Sûriyê bi ewle maye Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê divê Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyî de were naskirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/02xXQogr574" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>