Şêniyên Til Temir ji rola hêzên Rûsya li herêmê bi guman in

​​​​​​​Şêniyên Til Temir der barê berdewamkirina topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên wan, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ji rola hêzên Rûsya li gel berdawamkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi guman in.

Şêniyên Til Temir ji rola hêzên Rûsya li herêmê bi guman in
16 tebax, 2021   07:01
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Dewleta Tirk û çeteyên wê asta rageşiyên li navçeya Til Temir û Zirgan bilind dikin û hewl didin ku bi rêya topbaranan herêmê ji şêniyan vala bikin. Li aliyekî din hêzên garantor tu bertekan der barê van sûcan de, nîşan nade.

Şêniyên herêmê der barê rewşa jiyanî di gel topbarana rojane de, nêrînên xwe anîn ziman.

Welîd Şakir ji şêniyên Til Temirê diyar kir ku gundên herêmê ji beriya deh rojan ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê vê tê topbarankirin, di encamê de tirs li gel şêniyên bajêr çêdibe.

`GUNDÊN NAVÇEYA TIL TEMIR LI PÊŞ ÇAVÊN HÊZÊN RÛSÎ TÊN TOPBARANKIRIN`

Şakir diyar kir ku dewleta Tirk di saetên êvarê de bi awayekî dijwar herêmê topbaran dike, ji ber vê yekê ew dipirse ku çima gundên navçeya Til Temirê li pêş çavên hêzên Rûsî tê topbarankirin û Rûsya garantor tu bertekan nîşan nade.

Şakir bang li hêzên Rûsyayê kir ku yekser destwerdan bike, ji ber ku ew jî li ser wê axê ye, her wiha bang li hêzên Koalîsyona  navneteweyî kir ku van êrişan rawestîne.

`DAGIRKERIYA TIRK SIVÎLAN DIKE ARMANC, HÊZÊN GARANTOR JÎ ŞIKLÎ NE`

Almaza Emîn ji navçeya Til Temirê jî destnîşan kir ku ji ber topbaranên domdar li dijî gundan şênî û bi taybet zarok û kesên temenmezin ji ber tirsê nikarin xew bikin.

Almaza Emîn da zanîn ku hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li herêmê ne da ku van êrişan rawestînin, lê belê ew nikarin parastina xwe bikin û nikarin bersiva êrişan bidin.

Di dewaiya axaftina xwe de Almaza Emîn bang li hêzên garantor û hêzên navneteweyî kir ku bi awayekî cidî kar bikin, van êrişan rawestînin û bersiva sûcên ku li dijî herêmê tên kirin, bidin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YyNXUw9REvc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>