​​​​​​​Mihemed Mixtar: Ji bilî yekitiya Kurd û Ereban tu rêyên xilasiyê tune ne

Lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maêt a Aştiyê û Mafên Mirovan de Mihemed Mixtar got, li gel aloziyên li Rojhilata Navîn yekitiya Kurd û Ereban pêwîstiyek e û rêya yekane ya rêgirtina li destwerdanên derve û gefên terorê ye.

​​​​​​​Mihemed Mixtar: Ji bilî yekitiya Kurd û Ereban tu rêyên xilasiyê tune ne
16 tebax, 2021   02:38
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maêt a Aştiyê û Mafên Mirovan de Mihemed Mixtar diyar kir ku li gel aloziyên li herêma Rojhilata Navîn û gefên li ser gelên herêmê yekitiya Kurd û Erebanêdî bûye pêwîstiyek.

Mixtar di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê de got, destwerdanên derve li herêmê ji astengiyên herî mezin in û hevgirtina pêkhateya Kurd û Ereb li hemberî van astengiyan pêwîst dike û wiha domand: "Ji wê zêdetir xeteriya terorê û tundrawiyê ku xebatên geşkirina mayînde lawaz dike, her wiha ewlehî û aştiya navneteweyî li herêmê têk dibe. Ji ber vê yekê pêwîst e sekin li hemberî xîtaba nefretê a ku civakan wêran dike, nemaze li Sûriyê û Iraqê hebe."

Mihemed Mixtar îşaret pê kir ku parastina têkiliyên baş û hevkariya di navbera gelên Rojhilata Navîn de çi Kurd be, an Ereb be yan jî neteweyên din be de dikare bi rêya bi diyalog û xebatên hevpar pirsgirêkên siyasî û aborî çareser bike û demokrasiyê pêş bixe.

Mixtar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser timayên dewleta Tirk li herêmê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Tirkiyê bi destwerdana xwe ya leşkerî ya rasterast çi li Iraqê be ya jî bakurê Sûriyê be û bi destekdayîna xwe ya ji komên çekdar û milîsan re gefan li çanda li herêma Rojhilata Navîn dixwe û hewl dide pirengiya çandî ya li herêmên Kurd û Ereban têk bibe."

Mixtar bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li kantona Efrînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji roja ku Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bûye ve herêm rengînbûna xwe ya çandî winda kir, têkbirina hemû gelan û guhertina demografîk bûye armanca wê yên sereke, tu kes ji wêraniya ku hikumeta Tirk û komên wê yên cedar pêk tînin nefilitî. Dewleta Tirk hewl dide hemû kêmetnîk û kêmolan tune bike, mînaka herî ber bi çav kiriyên wê yên li dijî êzidiyên li Sûriyê û hin beşên Iraqê ye."

Mihemed Mixtar destnîşan kir ku tevkariya hemû aliyên kurdî û erebî û pêkateyên din ên olî li hemberî terorê pêwîstiyek e û got: "Asta xirabî û wêraniya ku terorê, nemaze DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyê pêk anîne ji her kesî re xuya ye. Di demeke kurt de rêxistina DAIŞ'ê di têkbirina gelek kêm olan wêrankirina sembolên wan ên olî de bi serket û ew bi kifir û derketina ji dîn bi nav dikir."

Mixtar her wiha diyar kir ku bilindbûna xîtaba nefretê xeteriyê li ser jiyana aştiyane ya li herêmên Kurd û Ereban dike û koordîne û hevkarî dikare rê li ber van kiryaran bigire.

Lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maêt a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan de Mihemed Mixtar di dawiyê de got: "Yekitiya Kurd û Ereban û demokrasî armancên pêwîst in hêzê didin gel da ku mafên xwe pêk bînin, her wiha alava li hemberî timayên navneteweyî û xewnên gelek hêzên herêmî ye ku hewl dide li ser hesabê mafên gelên herêmê hegemoniya xwe berfireh bikin. Her wiha koordîne dikare serdestî û yekitiya welatan biparêze û rê li ber parçebûnê bigirin."

ANHA