2 çeteyên girtî li xwe mikur hatin: Li Serêkaniyê gelek çeteyên DAIŞ’ê hene

2 çeteyên ku hatine girtin, got wan ji ber tirsê qebûl nekir şer bikin û da zanîn ku piranî komên çete ji bermahiyên çeteyên DAI> û El-Nusrayê ne.

2 çeteyên girtî li xwe mikur hatin: Li Serêkaniyê gelek çeteyên DAIŞ’ê hene
16 tebax, 2021   06:01
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di 1’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên koma Sultan Murad êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê kir, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li hember vê êrişê sekinîn û têk birin. Piştî têkbirina êrişê, 2 çeteyên bi navên Semîr Nebîl Bisêla û Seed Xilêf El-Mutelib reviyan û ketin destê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê.

 Semîr Nebîl Bisêla sala 2005'an li taxa Xiwêran a Hesekê ji dayik bûye û Seed Xilêf El-Mutelêb sala 2002’yan li gundê Mihkan ê Dêrazorê ye ji dayik bûye.

ÇAWA HER DU ÇETE GIHAŞTIN SERÊKANIYÊ?

Çete Semîr Nebîl Bisêla behsa sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê kir, her wiha hûrgiliyên derketina wî ya ji nêzî 4 mehan ve ji Hesekê ber bi Serêkaniyê ve, eşkere kirin û got wî plan dikir ku biçe Tirkiyê.

Têkildarî çawaniya derbasbûna li Serêkaniyê, çete Semîr Nebîl Bisêla wiha got: "Ez ji Hesekê çûm Reqayê. Bi rêya qaçaxçiyekî li beramberî 50 hezar lîreyên Sûriyê ji Reqayê derbasî herêmeke nêzî Serêkaniyê bûm. Dûre kesekî girêdayî Firqet Sultan Murad ku berê ajokarê servîsê bû bi 25 hezar lîreyê Sûriyê derbasî Serêkaniyê kirim."

Seed Xilêf El-Mutelêb jî ji gundê xwe yê Mihkan ê Dêrazorê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de berê xwe dide Serêkaniyê da ku derbasî Tirkiyê bibe û wiha got: "Ez li Lubnanê dixebitîm, piştre hatim Şamê. Ji wir çûm Cizîrê û dûre çûm herêma Cizîrê ya rojhilatê çemê Firatê ku di bin serweriya QSD'ê de ye, ji wir çûm Cizîra Bohemîd û ji wir jî min berê xwe da mala xwişka xwe ya li kampa Ebû Xeşeb. Li wir jî nêzî hefteyekê mam." 

Seed Xilêf El-Mutelib diyar kir ku dema ew li mala xwişka bû, li qaçaqçiyekî digerî û wiha pê de çû: "Ez li kesekî digeriyam ku min bibe Serêkaniyê,  piştî hefteyekê min qaçaxqçiyekî bi navê Mihdî El-Hîlal ê ji Cizîra Bohemîd nas kir. Mihdî ez û xwarziyê min ji Cizîra Bohemîd birin gundê Hîbe û li wir jî em radestî kesê bi navê Faris kirin û wî jî em birin herêma Tirwaziyê, roja din tevî 5 kesên din em ji herêma nêzî Rîhaniyê derbasî Serêkaniyê bûn."

Seed Xilêf El-Mutelêb eşkere kir ku dema ew derbasî Serêkaniyê bûye rastî tu lêpirsînê nehat û sedem jî ew bû ku ajokarê ew derbas kiriye ji koma çeteyên Lîwa Şehada Bedir bû. Ew kom jî ji komên li Serêkaniyê ne û bi sûcên xwe yên li dijî sivîlan tê nasîn. Lîwa Şehada Bedir li rojavayê Serêkaniyê ye û ji serçeteyên wê Ebû El-Qeqaa, Ebû El-Faroq û Ebû Mihemed El-Reqawî ne. Ew serçete mal û milkên sivîlan desteser dikin û fîdyeyan li wan ferz dikin.

‛REWŞA DEBARÊ PIR DIJWAR E’

Li gorî Semîr Nebîl Bisêla, piştî Serêkaniyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hat dagirkirin berê xwe da mala xalê xwe ya li bajêr. Bisêla wiha got: "Rewşa debarê pir kirêt e. Min 6 rojan li gel xalê xwe mazot difirot, dûre min jê re got ez ê tev li komekê bibim. Ji ber qûta xalê min têra pêdiviyên wî yên rojane nedikir."

Bisêla piştrast kir ku ew tev li koma çeteyên El-Qeqaa yên ku niha li bajarokê Mebroka bû û serçeteyê wê jî Ebû Elî El-Qeqaa yê ji Dêrazorê ye û berê tev li DAIŞ’ê bûbû. Bisêla wiha li gotina xwe zêde kir: "Bi dema 3 mehan di nava koma El-Qeqaa de xizmetkar bûm. Lê di encama axaftina di navbera min û çeteyekî de Ebû Elî El-Qeqaa gule avêt min. Di encamê de ji lingê xwe yê çepê de birîndar bûm û piştre bêyî werim dermankirin ez xistim girtîgehê. Piştî 20 rojan ez serbest berdam û ji komê hatim derxistin."

‛PIRANÎ ÇETEYÊN EL-QEQAA, ÇETEYÊN DAIŞ’Ê NE’

Bisêla anî ziman ku çeteyên El-Qeqa ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ne û ji herêmên Dêrazorê re, radîkal û tundraw in. Bisêla wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî ji nava koma El-Qeqaa hatim derxistin min berê xwe da çerxerêya Coze yê li Serêkaniyê ku li wir gelek endamên koman bi cih dibin. Min ji wan re got, ez dixwazim tev li komekê bibim. Bi wê re tev li Firqet Sultan Murad bûm."

‛BIKARANÎNA HIŞBIRÊ REWA YE’

Bisêla bal kişnad ser ku serçeteyê koma ku ew tev lê bûye Ebû Mihemed El-Firatî ye û ev tişt got: "Piştî ez tev li Firqet Sultan Murad bûm ez ji bo nuqteya bi navê Gumrikê hatim veguhastin, ew nuqte jî nêzî çerxerêya Coze ya li naverasta bajêr e. Lê piştî demekê di navbera min û endamekî komê yê bi navê Seed pevçûn çêbû. Sedem jî hin hebên hişbirê li gel wî bûn. Piştî pevçûnê 24 saetan xistim girtîgehê. Lê piştî ji girtîgehê derketim, El-Firatî ji min re got çi li gel kê hebe, çi hişbir dibe yan jî çawîr dibe, têkiliya te pê re tune ye."

Li aliyekî din jî Seed Xilêf El-Mutelêb îdia kir ku ji 2 meh û nîvan ve ew li ser rêya M4 kel û pelan dibe û tîne. Di wê demê de di navbera çeteyên li Serêkaniyê (koma Firqet Sultan Murad) pevguhartin çêbû. Ev yek her şeş mehan carekê çêdibe. Bi wê re beşên ji çeteyan ji Serêkaniyê ber bi Helebê ve diçin û komên dîtir tên.

Seed Xilêf El-Mutelêb da zanîn ku koma çeteyan a ku derbasî Serêkaniyê bûye bi serkêşiya serçete Ebû Mihemed El-Firatî yê ji gundê Mihkan ê Dêrazorê ye û ji şêniyê resen ê Humisê ye. El-Mutelêb wiha anî ziman: "Min dema bihîst Ebû Mihemed El-Firatî hatiye, ez çûm navenda Firqet Sultan Murad a li dibistaneke nêzî Nexweşxaneya El-Wetenî û min dît. Wî jî ez şandim nuqteya Firqet Sultan Murad a li avahiya Gumrikê û min li wir Semîr Nebîl Bisêla ku bi min re hatibû dîlgirtin, nas kir."

Bisêla daxuyand ku piştî ew ji girtîgehê derketiye, El-Firatî ji wî re gotiye yan li bajêr bimîne yan jî biçe eniyên şer ên li ser rêya M4. El-Firatî ji Bisêla re got heke tu li vir bimînî mûçeya te 450 lîreya Tirkiyê ye, lê heke tu çû eniyên şer dê mûçeya te bibe 600 lîreya Tirkiyê.

Bisêla biryar da ku biçe eniyên şer û wiha got: "Min got ez ê biçim eniyên şer, ji ber pêdiviya min bi pereyan hebû. Di êvarê de min û Seed xwe amade kir û El-Firatî 100 lîreya Tirk, alavên şer da me û em çûn eniyên şer ên li ser rêya M4. Em di saet 10’an êvarê de gihaştin nuqteya Rîbatê, piştî nimêjê, şer çêbû. Ez û Seed tirsiyan. Bi wê re me biryar da ku vegerin Serêkaniyê."

SEMÎR Û SEED ÇAWA HATIN GIRTIN?

Li gorî lixwemikurhatinên her du çeteyên bi navên Semîr û Seed, piştî israra wan a vegera li Serêkaniyê, çeteyekî ku li nuqteya şer bû ji wan re rêya vegera li Serêkaniyê nîşan da û got ev rê rêya sereke ya Serêkaniyê ye. Her du çeteyan wiha got: "Wî çeteyî ji me re got nuqteya leşkerî li wir heye, dema hûn gihaştin wir, hûn ê bibêjin em endamên Sultan Murad in û tu kes nêzî we nabe. Lê me nizanî ew nuqte girêdayî QSD’ê ye."

Li gorî lixwemikurhatinên Semîr, şandina wan a ber bi nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve, kuştina wan e. Lê şervanên meclisê ew nekuştin û girtin.

‛REWŞA ŞÊNIYAN LI SERÊKANIYÊ XIRAB E’

Bisêla diyar kir ku rewşa şêniyên li Serêkaniyê pir dijwar û xirab e, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan bi bihaneyên derew tên kirin. Tawan û buhaneyên wan jî ew Kurd in, yan jî bi rejîmê re yan jî tawanên dîtir.

Bisêla eşkere kir ku li ser paşxaneya dizîn û desteserkirina mal, milk û dikanên sivîlan pevçûn û şer di navbera komên çeteyên li Serêkaniyê de berdewam in û wiha got: "Di vê dawiyê de di navbera Firqet Sultan Murad û koma El-Qeqaa de şerekî bi çekên giran çêbû. Ew şer jî ji ber ku koma El-Qeqaa jineke mayînkirî ya ji şêniyên Dêrazorê şandiye ku xwe bi Firqet Sultan Murad de biteqîne.

Bisêla destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê tu carî destwerdan li şerê di navbera çeteyan Ii Serêkaniyê de diqewime, nakin.

Li gorî lixwemikurhatinên Semîr Nebîl Bisêla, komên çete di serî de jî Firqet Sultan Murad a bi serçeteyê Hemze El-Şakir ê ku her tim li Tirkiyê ye, zarokan bi çek dike û pirî caran jî ji ber rewşa debarê ya krêt şênî neçar dimînin zarokên xwe tev li van koman bikin.

Bisêla wiha dawî li gotina xwe anî: "Piranî komên çete yên li Serêkaniyê zarokan bi çek dikin û tev li şerên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dwmVWPfD_Uc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>