Mezlûm Umer: Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê destkeftiyeke girîng e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê bi pêşketineke girîng bi nav kir û got, ev nûnertî dê roleke girîng di kar û xebata bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze.

Mezlûm Umer: Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê destkeftiyeke girîng e
16 tebax, 2021   03:55
TEBQA

Rêveberiya Xweser 9`ê Tebaxê nûnertiya xwe li paytexta Swîsre Cinêvê vekir û bi daxuyaniyekê ragihand ku armanc ji vê nûnertiyê xurtkirina têkiliyên di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumet û gelê Siwîsreyê de ye.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer axivî û got: "Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li dewletên Ewropa û herî dawî jî li Swîsreyê wekî girîngtirîn destkeftiyên ku rêveberiyê li ser asta siyasî û navneteweyî bi dest xistiye."

Umer bi bîr xist ku pêngava destpêkê ya van serkeftinan di têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de bû ku ji aliyê QSD`ê ve û bi piştgiriya navneteweyî pêk hat, her wiha di avakirina meclis û rêveberiyên sivîl de bû ku di bin sîwana projeya Rêveberiya Xweser de hatin avakirin. Mezlûm Umer destnîşan kir ku ev proje hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî demokratîk, şaristanî û pêşketî bi rê ve dibe.

ꞌNûnertiya li Cenêvê navbeykariyek eꞌ

Mezlûm Umer da zanîn ku ev serkeftina siyasî bi saya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêk hatiye û ev lê zêde kir: "Di hemû qadên navneteweyî û herêmî de kar û xebatê dike û her tim hewl dide ji cîhanê tevdî re isbat bike ku projeya Rêveberiya Xweser ji hemû sûriyan re projeyeke demokratîk e, di heman demê de ji girîngtirîn projeyên ku çareseriyê ji aloziya Sûriyê re tîne."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê bi domdarî got: "Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Cinêv dê navbeykariya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên civaka sivîl û siyastmedaran de be, her wiha dê navbeykariya di navbera gelek şepêl, partî û tevgerên piştgiriya fikireya demokratîk dikin de be ku hewl didin çareseriyan ji aloziya Sûriyê re bibînin."

ꞌHevkarî û têkiliyên diplomatîkꞌ

Mezlûm Umer diyar kir ku nûnertiyê li Swîsreyê bi awayekî yesayî û lihevkirî hate vekirin û got, dê hevkarî û têkiliyên dîplomatîk di navbera hikumeta Swîsreyê û aliyên siyasî yên li Yekitiya Swîsreyê de hebin.

Umer ev nirxandin kir: "Têkiliyên siyasî yê Rêveberiya Xweser ên li ser asta navneteweyî bi vekirina nûnertiyên li dewletên Ewropa ve sînordar nema, lê belê pêşket û gihaşt asta lidarxistina hevdîtinan, ya herî dawî hevdîtina  şandeya Rêveberiya Xweser a bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bû ku di 19`ê Tîrmeha derbasbûyî de li dar ket. Macron  piştgiriya welatê xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan da û teqez kir ku zexta li ser civata navneteweyî berdewam bike ku Rêveberiya Xweser bibe beşeke sereke ji çareseriya aloziya Sûriyê."

'Wêrekiriya xwe isbat kirꞌ

Umer der barê kar û xebata MSD`ê de ev axaftin kir: "Pêşketina têkiliyên dîplomatîk bi dewletên mezin re xizmeta Rêveberiya Xweser kir,  ev serketin û pêşketina di qada siyasî de bi saya xebatên endamên MSD`ê ye yên ku hewl didin îtîrafeke navneteweyî bi vê projeya demokratîk çêbibe ku di pratîkê de isbata wêrekiriya xwe kiriye."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer bang li dewlet û hikumetên piştgiriya demokrasiyê dikin kir û got: "Dewletên nûnertiyên Rêveberiya Xweser lê hatin vekirin mînak bigirin da ku girêdanek di navbera Rêveberiya Xweser û wan hikumetan de çêbibe, her wiha ji bo ku MSD`ê tev li danûstanên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bibe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/umXPufGxocc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>