NATO têkildarî Efganistanê civînekê li dar dixe

NAOT'yê têkildarî rewşa li Efganistanê wê îro bicive.

NATO têkildarî Efganistanê civînekê li dar dixe
13 tebax, 2021   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî geşedanên li Efganistanê, NATO'yê dê îro saet 13:00 li gorî dem GMT civînekê li dar bixe. Sekretêrê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg dê civînê bi rêve bibe. Ev civîn piştî biryara DYA'yê ya dersînorkriina diplomat û welatiyên xwe ji Efgnistanê tê lidarxistin.

Li gorî AFP'ê "dersînorkirin" dê mijara sereke ya civînê be, her wiha dê rewşa giştî ya Efganistanê werin nîqaşkirin.

Ji ber pêşveçûnên bi lez ên Talîbanê ber bi paytexta Efganistan Kabulê ve, duh Washington û Londonê ragihandin ku dê bi hezaran leşkerên xwe bişînin Kabulê da ku diplomat û welatiyên xwe derxînin.