Li Misirê di êrişa DAIŞ`ê de 7 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin

Li bakurê bajarê Sîna yê Misirê di teqîna mayînekê de 7 leşkerên Misirê hatin kuştin. DAIŞ`ê êriş girt ser xwe.

Li Misirê di êrişa DAIŞ`ê de 7 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin
13 tebax, 2021   12:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, mayîneke li kêleka rêyekê li bakurê bajarê Sîna yê Misirê hatibû bicihkirin, teqiyaye û di encamê de 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Misirê hatin kuştin û 6 birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê bi daxuyaniyekê li ser malpereke girêdayî wan, êriş girt ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku hikumeta Misirê li bakurê Sînayê ji beriya çend salan ve şerê terorîstan dike. Ji dema hilweşandina rejîma Mihemed Mursî di sala 2013`an û vir ve, tundî û neîstiqrar li wir zêde bûye û gelek caran hêzên ewlekariyê yên Misirê, kesên Xiristiyan û yên bi artêşê û polîsan re kar dikin, hatine hedefgirtin.

(cx)