Komîteya Navendî ya Derayê û şandeya rûsî li hev civiyan

Piştî çend rojan ji rawestandina danûstandinan, îro Komîteya Navendî ya Derayê û şandeya rûsî li hev civiyan. Li aliyekî din welatiyan ji ber binçavkirina endamekî Lîwaa ya 8'an ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve xwepêşandan li dar xist.

Komîteya Navendî ya Derayê û şandeya rûsî li hev civiyan
13 tebax, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çend rojan ji rawestandina danûstandinên ku komîteya ewlehiyê û komîteyên navendî bi navbeykariya Rûsyayê li Hewran li dar dixistin, îro Komîteya Navenda ya Derayê û Şandeya rûsî li hev civiyan.

Bi mijarê ve girêdayî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku  welatiyan li ser binçavkirina endamekî" Lîwaa ya 8'an" ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve, ji bajarokê Um El-Meyazin a rojhilatê Derayê meşek li dar xist û rêya navneteweyî ya Şam-Dera girtin.

Hêzên hikumeta Şamê li bajarê Derayê endamekî "Lîwaa 8'an" a girêdayî Feyleqa 5'an binçav kir.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li eniyên bajêr şerekî giran di navbera çekdarên herêmî yên Derayayê û hêzên Furqeya Çaram de qewimîye, hemwextî vê yekê hêzên hikumeta Şamê bi top û tangan li taxên bajêr dan.

(eh)