Armanca şehîd Herekol di pêşangeha pirtûkan de pêk tê

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol yekem car di sala 2017`an de li bajarê Qamişlo di salvegera şehadeta Şehîd Herekol (Hisên Çawîş) ku di 20’ê Tîrmeha 2016’an de şehîd bû, hate li dar xistin.

Armanca şehîd Herekol di pêşangeha pirtûkan de pêk tê
8 tebax, 2021   06:55
QAMIŞLO – ZINAR YILDIZ

Piştî şehadeta Hisên Çawîş (Herekol) Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ji bo bîranîna wî, biryara lidarxistina pêşangeheke pirtûkan da û di 20`ê Tîrmeha 2017`an de 1`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan li bajarê Qamişlo li dar xist. Ji 2017`an heta niha her sal ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ve di heman dîrokê de Pêşangeha Şehîd Herekol A Pirtûkan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Îsal 5`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bi dirûşma “Pirtûk Rehjena Jiyanê Ye” li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Li gorî şopandina komîteya amadekar a pêşangehê û berpirsên weşanxaneyên beşdarvan, ji gelek aliyan ve peşketinên berbiçav di nava çar salên derbasbûyî de hatine jiyîn.

‘GELÊ ME BIRÇİYÊ XWENDINÊ YE!’

Yek ji endamê Komîteya Amadekar a Pêşangehê Ebûd Mexso da zanîn ku dema ku cara yekemîn ev pêşangeh hate lidarxistin derfet pir kêm bûn, lewma pêşangeh tenê di asta Cizîrê de hate meşandin û wiha got: “Weke komîteya amadekar em bi guman bûn. Me digot ‘gelo gel, civak, xwendevan û nivîskarên me wê xwedî li pêşangehê derbikevin yan na?’. Lê piştî 2 rojan bi tevlêbûna xwendevan û rewşenbîran ve, me ji hev re got ‘gelê me birçiyê xwendinê ye’.” Mexso bal kişand ser meraq û coşa gel û diyar kir ku hejmara serdanvanan sal bi sal dibû û gel pêşangeh weke şoreşeke çandê dibîne.

Ebûd Mexso eşkere kir ku pêşangeh di mijareke teng de nema û bi çalakiyên curbecur xebatên rewşenbîrî û hunerî meşand. Bi taybet li ser gelek mijaran semîner û guftûgo bi civakê re hate meşandin. Pêşangehên wêneyan hate pêşkeşkirin. Yanî pêşangeh bû cihê pêşxistina hişmendî û hunera civakê, lewma di dawiya çar salan de pêşangeh gihiştiye aramanca xwe.

Endamê komîteya amadekar ya 5`emîn pêşangeha şehîd Herekol ya Pirtûkan Ebdulmecîd Xelef jî anî ziman ku dema karên pêşangehê nû hate destpêkirin, gelek astengî hebûn. Lê roj bi roj astengî hatin derbaskirin, serlêdan zêdetir bû, gel zêdetir tevlê bû. Xelef da zanîn ku pêşangeh bi tena serê xwe nikare vê yekê bike. Çalakiyên cuda yê weke Mihrîcana Osman Sebrî, mîhrîcana zarokan, pêşbirka çîrok, roman û helbestan yên ku di nava salê de tên lidarxistin, dibin alîkar. Di heman demê de ev çalakî di nava civakê de hezkirina pirtûkan çêdike û bi nivîskar, rewşenbîr û xwedevanan re jî germahiyekê ava dike.

‘RAGIHANDIN JI BO PÊŞANGEHÊ BÛ ALÎKAR’

Xelef di mijara danasîna pêşangehê de bal kişand ser rola ragihandinê û wiha got: “Îsal ragihandinê di mijara danasîna peşangehê de roleke sereke lîst. Dema berê çi çalakî di asta rewşenbîrî de çêdibûn li ser ragihandiên cih nedigirt. Lê îsal ragihandin bi awayekî berfireh destek da pêşangehê. Ragihandinê karîbû dengê me bigihîne civaka Rojava û cîhanê.”

‘PÊŞANGEH, XWENDINA KURDÎ BI PÊŞ DIXE’

Endama Komîeya Wêje ya Rojavayê Kurdistanê û xebatkara Weşanxane Şîlêr Narîman Evdiko jî ji sala destpêkê ve tevlê pêşangehê dibe. Nerîman Evdiko da zanîn ku pirtûkên Kurdî her sal zêdetir bala xwendevanan dikşînin, bi taybet ciwan zêdetir pirtûkên Kurdî dixwazin, lewma pêşangeh bi taybet di mijara zimanê Kurdî de destkeftiyeke pir mezin bû û wiha anî ziman: “ Li gorî belavbûna teknolojî û înternetê, çanda xwendinê di nava civakê de kêm e. Lê li gorî peywendîbûna ciwanan ez dibînim ku kêm jî be peşketineke çanda xwendinê di nava ciwanan de çêbûye."

Li gorî zanyariyên ku me ji Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Surî girtine, asta peşketina Pêşangeha Pîrtûkan a Şehîd Herekol di wan çar salên dawî de eşkere dibe. Li gorî vê yekê weşanxaneyên sala yekemîn tevlê bûne 16, sala duyemîn jî 21 bûn. Di encama xebata du salan de sala sêyemîn bi 37 weşanxaneyan pêşangeh hatiye amadekirin, lê sala çaran ji ber rewşa koronayê encax 34 weşanxane tevlê pêşangehê bûne. Îsal di pêncemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de jî 44 weşanxane bi pirtûkên xwe tê de cih girtine.

Pirtûkên ku di binyata Pêşangeha Pîrtûkan a Şehîd Herekol de hatine çapkirin sala yekemîn 35, duyemîn 65, sêyemîn 95 û çaremîn jî 145 in. Îsal jî 200 pirtûk hatina çapkirin ji wan 140 bi zimanê Kurdî, 60 jî bi zimanê Erebî ne. 70 pirtûkên ku îsal hatine çapkirin nivîskarên wan jin in.

`PÊŞANGEHEKE PİRZİMANÎ YE`

Sala destpekê di pêşangehê de tenê pirtûkên bi zimanê Kurdî (bi zaravayê Kurmancî) û Erebî cih girtibûn. Lê sal bi sal pirtûkên bi zimanê cuda jî li pêşangehê zêde bûn. Îsal bi 3 zaravayên Kurdî weke Kurmancî, Kirmanckî û Soranî, Erebî, Farsî, Tirkî, Îngilîzî û Ispanyolî jî di pêşangehê de cih girtin.

Weke kevneşopiya pêşangehê di nava penc salan de derketiye pêş belavkirina xelat û diyariyan e. Di dema pêşangehê de li gorî şopandina komîteya amadekar nivîskar, rewşenbîr û xwendekarên ku di peywendî û tevlîbûnên xwe de çalak in tên xelatkirin. Di heman demê de ji bo zarok û xwendekaran ku serdana pêşangehê dikin ji aliyê komîteya amadekar û weşanxaneyan ve pirtûk tên diyarîkirin.

Şehîd Herekol (Hisên Çawîş) kedkarekî şoreşa Kurdistanê, nivîskarek û rewşenbîrekî ji herema Koçera gundê Beroj bû. Ji temenê xwe yê ciwantiyê ya di dema xwendinê de tevgera azadiya Kurdistanê naskiribû û tevlê bibû. Armanca Şehîd Herekol di jiyana xwe ya tekoşînê de her tim pêşxistina asta zanebûn û pêkanîna şoreşa hişmendiyê bû. Demek dirêj di zîndana dijmin de mabû û di zîndanê de bi xwendin û lêkolînê asta xwe ya hizrî û hunerî bi pêş xistibû.

Dema li Rojava Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir Şehîd Herekol yekser di nava xebatên pêşxistina hişmendiya civakî wekî akademî de cih girt û bû avakerê Saziya Nûrî Dêrsimî ya Hizir û Ramanê. Heta roja ku gihişt asta şehadetê ji bo pêkanîna şoreşa hişmendî ked da.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gs4pct3EyIs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>