​​​​​​​Malbatên şehîdan: Gerîla wê bi ser bikeve ji ber ku li ser rêya rast in

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê got, gerîla dê bi ser bikeve ji ber ku li ser rêya rast in û bang li PDK`ê kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re ya li dijî Kurdan bi dawî bike.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Gerîla wê bi ser bikeve ji ber ku li ser rêya rast in
7 tebax, 2021   23:43
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Artêşa dagirker a Tirk ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve bi çekên ku di qada navneteweyî de qedexe ne êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, li hemberî van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.

Beriya çend rojan PDK`ê bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla kir di encamê de 3 gerîlayên HPG`ê gihaştin asta şehadetê.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Kobanê Mihyedîn Remezan got: "Êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla nementiqî ne, divê gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê qebûl neke, ji ber ku ev yek lîstokên dijmin in û nemumkin e ku dijmin bibe dost."

Remezan destnîşan kir ku dijmin hewl dide şerê Kurd bi Kurd derxîne û got: "Dema em dibînin ku hêzên PDK`ê êrişî gerîlayan dikin hemû gelê Kurd bi bandor dibe û bi vê yekê diêşe."

Remezan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê kir ku  ji bo yekitiya Kurdan bixebitin.

Birayê şehîd Ebdullah Egîd, Edhem Mihemed Hiso êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla û bêdengiya mala Barzanî şermezar kir û got: "Em ê şopdarê rêya gerîla bin û dev ji wan bernadin."

Edhem Hiso bang li Mesûd Barzanî kir ku ji rêya Erdogan derkeve û li rêya Kurdan vegere.

Hiso da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van kiryaran ew e ku yekitiyeke Kurdan çênebe û hîn zêdetir Kurd parçe bibin.

Bavê şehîd Artêş, Fethî Elî jî got: "Di dîroka Kurdan de Tirk dijminên gelê Kurd in û dema ku artêşa Tirk dît gerîla li dijî wan disekine û li ber xwe dide berê xwe bi Mesûd Barzanî ve vekir da ku bi hev re li dijî gerîla şer bikin."

Fethî Elî ev xal rêz kirin: "Gerîla di dawiyê de dê bi ser bikeve ji ber ku di rêya rast de ye, du gerîla li ser destên hêzên Mesûd Barzanî şehîd bûn û ev kiryar nayê qebûl kirin, ger Mesûd Barzanî di şerê me yê li dijî dagirkeriya Tirk de piştgiriyê me neke, herî kêm bila hevkariya dijmin neke û me di halê me de bihêle."

Di dawiyê de Fethî Elî bang li Mesûd Barzanî kir "Destên xwe bixe destên gerîla da ku em mafên xwe bi dest bixin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qnd-OKpaAyA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>