​​​​​​​'Bi vînê em dikarin ji derfetên kêm gelek destkeftiyan biafirînin'

''Bi îradeyê em dikarin ji derfetên kêm gelek destkeftiyan biafirînin'', bi vê gotin, Mihemed Hebeş hevdîtinên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan bi bîr tîne û dibêje ku dê ramanê rêbertî di nava gelên bindest de belav bikin da ku azadiya xwe bi dest bixin.

​​​​​​​'Bi vînê em dikarin ji derfetên kêm gelek destkeftiyan biafirînin'
8 tebax, 2021   03:05
HELEB-HENAN MIHEMED

Di salên 1980-1998`an de dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê bû, gelek welat pê re civiyan û li ber destên wî perwerdeyên bîrdozî dîtin.

Di sala 1993`yan de welatiyê bi navê Mihemed Hebeş (70) ê ji navçeya Şiyê a bajarê Efrînê li parêzgeha Laziqiyê Rêber Abdullah Ocalan dît ku civîn ji gel re li dar xist bû.

Li gorî Hebeş Rêber Ocalan di civînê de behsa armanca damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), astengî û xeteriyên ji aliyê hikumeta Tirk ve li ser wan kirin.

JIN JI ADATÊN CIVAKÊ BER BI ENIYÊN ŞER VE

Têkildarî rola jinên Kurd, Hebeş îşaret pê kir, "Rêbertî di civînê de qala rola jinan a pêşeng a di parastina welat de û berxwedana wan li dijî dagirkeriyê kir, dagirker ji destpêka dîrokê ve hewl dide nasname û mafên jinan biçewisîne, her wiha îşaret pê kir ku şerê taybet ê ku wan rejîman pêk dianî rola jinan lawaz kir û hişt ku tenê di nava malê de bimînin."

Mihemed Hebeş ev li gotina xwe zêde kir: "Rêbertî tundiya li ser jinan red dikir û bang li civakê kir ku ji adatên paşverû yên ku sîstemên desthilat û destpotîzim dane ferzkirin, derkevin."

Hebeş da zanîn ku bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jin di eniyên şer de li dijî dagirkeriyê sekinîn û wiha dewam kir: "Di heman demê de cihê xwe di qadên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de jî girt, ev serkeftin berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan e."

Hebeş bi bomdarî got: "Rêbertî di nava axaftina xwe de digot şeref ne tenê jin e, lê belê şeref û rûmeta mirovan girêdana wan a bi erdê xwe ve û parastina çand, ziman û adatên xwe ve û têkoşîna ku ji bo bidestxistina azadî û rûmetê tê meşandin e."

ꞌDIVÊ WELATÎ ASTA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE BILIND BIKINꞌ

Mihemed Hebeş bal kişand ser daxwazên rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêbertî bang li welatiyan dikir ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin da ku bigihêjin armancên xwe, digot ku em dikarin bi derfetên kêm gelek destkeftiyan bi dest bixin ev jî bi saya vîn û israra li ser berxwedanê misoger dibe.  Her wiha bang kir ku divê gel di xweparastinê de li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî tev bigire, di heman demê de girîngiya rêxistinkirina welatiyan  ku malbatê dest pê bik, destnîaşn kir."

Mihemed Hebeş di dawiyê de got: "Ji bo misogerkirina azadiya gelên bindest min bîrdoziya Rêber Ocalan esas girt û li ser bingeha vê îdeolojiyê min karên xwe yên cebhewî berdewam kir, ruxmî astengên ku ji aliyê sîstemên hakim ve min ramanê rêbertî belav dikir. Ji beriya derdora 3 salan ve ez li komîneke taxê dixebitim ku stûna sereke ya fikirê rêbertî ye da ku demokrasî û wekhevî di nava civakê de were belavkirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8zVG_f8QP4s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>