ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2021
7 tebax, 2021   23:00

- Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê got, gerîla dê bi ser bikeve ji ber ku li ser rêya rast in û bang li PDK`ê kir ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re ya li dijî Kurdan bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ya li Herêma Firatê Ferman Hisên da zanîn ku bêyî naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya li Sûriyê çareser nabe û got, Rêveberiya Xweser parçeyek ji aramiya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-''Bi îradeyê em dikarin ji derfetên kêm gelek destkeftiyan biafirînin'', bi vê gotin, Mihemed Hebeş hevdîtinên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan bi bîr tîne û dibêje ku dê ramanê rêbertî di nava gelên bindest de belav bikin da ku azadiya xwe bi dest bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka RJAK`ê Soma Ferhad anî ziman ku xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê îro 3 encamên RJAK`ê girtine û got: “Ev girtin ne tenê li ser endamên me ye, ev şêwaz encama siyaseta li dijî saziyên jinan e. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî diyar kir ku yekitiya Kurd û Ereban di halê hazir de girîng e da ku bibe bingeha demokratîbûyîna Rojhilata Navîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî analîzan, heke çekdarên li Derayê pêşveçûnek pêk bînin dê Rûsya û Îran piştgiriyeke xurt bidin hikumeta Şamê ku êrişeke mezin pêk bîne. Lê hinên din dibêjin ku Rûsya nahêle rageşî mezin bibe. Li aliyekî din jî, çavdêr diyar dikin ku daxuyaniyên El-Xenoşî û hewldanên wî yên destwerdana derve li Lîbyayê rûyê qirêj a tevgera îxwanî li hember dewletê eşkere kir. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol yekem car di sala 2017`an de li bajarê Qamişlo di salvegera şehadeta Şehîd Herekol (Hisên Çawîş) ku di 20’ê Tîrmeha 2016’an de şehîd bû, hate li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Kobanê da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên xwe yên bêserûber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina vîna gelên herêmê ye û ji bo ku dagirkirina herêmê hêsan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di  demên dawî de li kantona Kobanê kuncî zêde tê çandin, ji ber ku lêçûna çandinê wê kêm e, pêwîstiya wê ya zêde bi navê tuneye û bi nirxekî baş tê firotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA