Berdevka RJAK: Ger agahî neyê dayîn em ê şêwazên cuda bi kar bînin

Berdevka RJAK`ê Soma Ferhad anî ziman ku xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê îro 3 endamên RJAK`ê girtine û diyar kir ku ev şêwaz encama siyaseta li dijî saziyên jinan e û girtina endamên wan metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike.

Berdevka RJAK: Ger agahî neyê dayîn em ê şêwazên cuda bi kar bînin
8 tebax, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê sayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin. Heya niha ji wan 3 jinan tu agahî nehatiye wergirtin.

Der barê girtina du rêveber û endameke RJAK’ê de berdevka RJAK`ê Soma Ferhad, ji ajansa me re axivî û got: “Ruxmî ku saziyên me li Iraq û Başûrê Kurdistanê fermî ne, hevalên me hatine girtin û em heta niha çarenûsa wan nizanin. Ger agahî neye dayîn em ê şêwazên cûda bi kar bînin.”

`RJAK LI BAŞÛR Û IRAQ`Ê FERMÎ YE, ÇIMA HEVALÊN ME HATINE GIRTIN?`

Soma Ferhad, diyar kir ku gelek kom di salvegera Şengalê amade bûn ku balkêş e tenê endamên wan hatine girtin û got: “Li Başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan hene. Divê li Şengalê ev hemû saziyên jinan kom bûbana, lê mixabin dervey yên me kes amade nebû. Saziya me li Başûrê Kurdistanê û Iraqê fermî ne. Bi fermî em dikarin herin her bajarî. Hevalên me bi çi sedemê hatine girtin? Heya niha çarenûsa wan em ne zelal e. Em ê du rojên din bisekinin, ger agahî ji me re neyê dayîn, wê demê em ê rêyên cuda bi kar bînin. Heya hevalên me neyên berdan em ê xwepêşandanan li dar bixin û her li ser piyan bin.”

Soma Ferhad, destnîşan kir ku du endamên wan dayîk in û zarokên wan yên biçûk hene û got: “Rewşa zarokên wan ne baş e. Em hewl didin di vê dema zehmet de li gel zarokên wan bin. Tenê dizanin ku li Kelek in û heya niha sewqî cihekî nekirine. Em texmîn dikin ku wê cihên wan bigûherin.”

`EV KIRYAR ENCAMA HEMAN HIŞMENDIYA KOMKUJIYA ŞENGALÊ YE`

Soma Ferhad, anî ziman ku yên ku hevalên wan girtine xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê ne û got: “Bi van şêwazan dixwazin Şengalê bi tenê bihelin ku nehelin kes piştgiriya wê bike. Ev hişmendî li ser hemû Başûrê Kurdistanê hatiye ferzkirin. Li Şengalê komkujiyek pêk hat, lê ev metirsî li ser hemû beşên Kurdistanê heye. Rexneyek li ser saziyên jinan e ku di salvegera Şengalê de neçûn Şengalê. Ji ber li ser Şengalê çend sal berê û bi taybet li ser jinan sûcên firotin, destdirêjî û  qetlîam pêk hatin. Ihtîmal e ku di demên pêş de li ser me jî ev hovîtî pêk were. Ji ber wê divê jin li dijî van siyasetan bisekinin.”

`METIRSIYEK MEZIN LI SER SAZIYÊN JINAN HEYE`

Soma Ferhad, bang li hemû jinan kir ku li dijî vê siyasetê derbikevin û got: “Em li bendê ne ku hemû jin xwedî li endamên me derbikevin. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike. Ev girtin ne tenê li ser endamê me ye, lê belê ev kiryar encama siyaseta ku li dijî hemû saziyên jinan e.”

Ev siyaseta PDK`ê ne nû ye, ev 60 roj in tu agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye. 

ANHA