​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir

KPC-D Helebê bi diruşma "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêkan e" hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê da destpêkirin.

​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
​​​​​​​KPC-D Helebê dest bi hemleya teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê kir
7 tebax, 2021   18:50
HELEB-MIHEMED EBDO

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a şaxê Helebê ji bo teşwîqkirina fêrbûna zimanê dayikê di dibistana Şehîd Qehreman de, hemleyek bi diruşma "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêkan e" da destpêkirin.

Hemle di roja 3’yan de bi belavkirina broşûrên bi zimanên erebî û kurdî berdewam dike.  Di van broşûran de îşaret bi girîngiya parastina ziman hate kirin, ji ber ku dergeha parastina hebûn û rizgariya ji bindestê ye.

Her wiha di broşûran de agahiyên têkildarî devera tomarkirina li  dibistana Şehîd Qehreman a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate kirin; li Eşrefiyê: Meclisa Şehîd Cengîz, li beşa rojava ya Şêxmeqsûd: Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, li beşa rojhilat a Şêxmeqsûd: dibistana Şehîd Qehreman.

Mamoste Sozan Mihemed  ku yek ji kesên beşdarî hemleyê bûye axivî û got: "Armanca sereke ya hemleyê ew e ku zimanê kurdî were parastin û gel were zanakirin ku nasnameya xwe binase û şoreşa rastîn ji parastina ziman û sekna li hember çewisandina wê dest pê dike."

Sozan Mihemed destnîşan  kir ku hejmara kesên beşdarî vê hemleyê bûne gihaştiye 150 mamosteyî û  welatî vê yekê pêşwazî dikin. Di dawiyê de Sozan Mihemed hêvî kir ku her kes zarokên xwe bişînin da ku fêrî zimanê dayikê bibin û belav bikin.

(eh)

ANHA