​​​​​​​Xebaşî: Yekitiya Kurd û Ereban bingeha demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî diyar kir ku yekitiya Kurd û Ereban di halê hazir de girîng e da ku bibe bingeha demokratîbûyîna Rojhilata Navîn.

​​​​​​​Xebaşî: Yekitiya Kurd û Ereban bingeha demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e
8 tebax, 2021   04:16
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Xebaşî di hevdîtineke taybet de ligel ajansa me diyar kir ku yekitiya Kurd-Ereban  li hemberî destwerdanên navneteweyî û herêmî yên li herêma erebî girîng e û destwerdanên Tirkiyê, Îran û Rûsya yên li Sûriyeyê mînake vê yekê nîşan da.

Cîgirê serokatiya Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî destnîşan kir ku Rûsya û Amerîka piraniya caran dosya Kurdan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên teybet û stratejî li hundirê Sûriyê bi kar anîn û wiha dewam kir: "Ger ev derî were girtin û şeklek ji şeklên hevkariyê yan jî şeklek ji şeklên federaliyê di navbera pêkhateya Kurd û pêkhateya Ereb ên li hundirê Sûriyê de ava bibe, dê bingehek were avakirin û rê li mekanîzmeya destwerdana li sîstema ewlehiya neteweyî ya erebî û sîstema ewlehiya neteweyî ya kurdî, were girtin.”

Dr. Muxtar Xebaşî îşaret pê kir ku Kurd neteweyek e û wiha dewam kir: "Divê em nêzî kurdan bibin wekî ku beşek ji sîstema ewlekariya neteweyî ya erebî ye. Her wiha divê em li afirandina mekanîzmeyeke hevkarî û girêdana di navbera me û neteweya Kurd de bigerin da ku em bigihêjin şeklekî ji şeklên girêdanbûnê."

Xebaşî îşaret pê kir ku sîstema li DYA`yê sîstema federal e û ji aliyê hikumeteke navendî ve tê birêvebirin û wiha pê çû: "Lê DYA'ê li ser asta cîhanê di qada leşkerî û aborî dewleta yekemîn e, heman tişt ji bo dewleta Îmaratê jî derbasdar e ku ew jî xwe li ser bingeha sîstemeke federal bi rê ve dibe, wê demê çima li hundirê cîhana erebî jî ev yek pêk nayê?.

Di dawiyê de Mûxtar Xebaşî ev nirxandin kir: " Bi rastî jî gelek lêkolîn hene ku behsa rêveberiyeke xweser a pêşketî yan jî şeklekî ji şeklên federaliyê yan jî konfedraliyê dike, di encamê de tevde proje ne. Tişta bo me girîng e ew ku projeyeke xizmeta sîstema ewlehiya neteweyî ya erebî bike hebe ku Kurd û hemû etnîk û mezheb jî beşek ji vê sîstema girîng bin."

(eh)

ANHA