​​​​​​​Navenda Baqî Xido salvegera yekemîn a Mihemed Xazî û Hafiz Kor bi bîr anî

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya kantona Kobanê bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê salvegera yekemîn a hunermendên Mihemed Xelîl Xazî û Hafiz Kor bi bîr anî.

​​​​​​​Navenda Baqî Xido salvegera yekemîn a Mihemed Xazî û Hafiz Kor bi bîr anî
7 tebax, 2021   19:42
KOBANÊ

Merasîma bîranînê li qada Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya kantona Kobanê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rûdîn Yûsif axivî û her du hunermend Mihemed Xazî û Hafir Kor ên ku stranên folklorî û gelêrî pêşkêşî gelê xwe kirine û jiyana xwe xistin xizmeta folklora kurdî, bi bîr anî.

Rûdîn Yûsif da zanîn ku divê mîrasa her du hunermendan wera parastin.

Li aliyekî din jî li ser navê hunermendên Kobanê Kamil Hesen axivî û wiha got: "Dema hunermendek ji nav me diçe û jiyana xwe ji dest dide, gelê Kurd tevahî diêşe. Her wiha van her du hunermendan jî xizmeteke mezin ji huner Kurd re kirin."

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana her du hunermedan Hafiz Kor û Mihemed Xelîl Xazî hat pêşandan.

Li dawiyê, 18 hunermendên Kobanê 17 stranên folklorîk û gelêrî stran û diyarî giyana her du hunermendan kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FJ56UekV5cc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>