ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2021
6 tebax, 2021   23:00

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku armanca êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û guhertina demografîk pêk bîne. Her wiha li hemberî van êrişan banga yekitiyê li hêzên kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyekî ku berê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatibû revandin, ji ajansa me re çîrokên hovane yên der barê girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ên li Tirkiyê û herêmên dagirkirî de vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk li gundewarê Eyn Îsayê li dijî malbatekê pêk anî şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erka xwe ya exlaqî bi cih bînin û van sûcan rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê serokê Zanîngeha El-Şerq a Kar û Barên Îdarî got vekirina zanîngehê ya li herêmê pêwîstiyek bû û dê li saziyên Rêveberiya Xweser kesên di hemû beşan de pispor bin werin bicihkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî gundewarê Minbicê zêde kir. Ruxmî ku dewleta Tirk bi van êrişan israr dike ku wan gundan vala bike, lê şêniyên herêmê li ser mayînê bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Perwerdeyê ji bo bilindkirina asta mamosteyan her sal perwerdeya havînê dide. Mamosteyên ku tev li perwerdeyê bûne, diyar dikin ku her dem pêdiviya wan bi perweredeyê heye.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Dirbêsiyê, Bedîa Erabo banga naskirina Rêveberiya Xweser kir. Her wiha naskirina Rêveberiya Xweser wekî çareseriyeke ji aloziya Sûriyê re, bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hebûna hemû Kurdên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin, dikin hedef û got ew tenê bi gerîla bawer in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA