Di perwerdekirina mamosteyan de rêbazên nûjen

Desteya Perwerdeyê ji bo bilindkirina asta mamosteyan her sal perwerdeya havînê dide. Mamosteyên ku tev li perwerdeyê bûne, diyar dikin ku her dem pêdiviya wan bi perwerdeyê heye. 

 Di perwerdekirina mamosteyan de rêbazên nûjen
7 tebax, 2021   09:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di sîstema Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê de, perwerde havînê ji bo mamosteyan heye. Li gorî kêmasiyên heyî bernameya perwerdeyê tê amadekirin.

Di sala 2013`an de xebatên perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin, piştî birêxistinkirina mamosteyan perwerde bi zimanê dayikê hate dayîn. Peymangeh hatin vekirin û tê de dersên zimanê kurdî hatin dayîn.

Piştî çêkirina materyalan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, mamoste perwerdeyên havînê dibînin. Di salên borî de perwerde bi şêwazeke klasîk dihat dayîn lê îsal perwerdeya havînê ya mamosteyên qonaxa seretayî derbasî pêvajoyeke nû bû.

Di perweredeya îsal de 4 materyal hatin hilbijartin; pedagojî, zimanê dayikê (erebî û kurdî), zanyarî û bîrkarî (matematîk).

‘PERWERDEYA HAVÎNÊ LI SER BINGEHEKE PÊŞKETÎ TÊ MEŞANDIN’

Têkildarî rêveçûna perwerdeya havînê ji bo mamosteyên qonaxa seretayî, her wiha perwerdeyên ji bo mamosteyên qonaxa navîn û amadehiyê li herêma Cizîrê, endama Komîteya Şopandin û Plansaziya Perwerdeyê  Şêrîn Mihemed ji ajansa me re axivî.

Şêrîn Mihemed da zanîn ku sîstema perwerdeyê bi derfetên kêm hat avakirin, ji ber vê yekê ew hîn di pêvajoya avakirinê de ne û pêdiviya wan her demê bi perwerdeyê heye û got: “Me îsal materyala pedegojiyê bi nivîskî amade kir û wek pirtûk hat derxistin.”

Şêrîn da xuyakirin ku wan îsal ji bo ku bêzarî yan dubarekirin di bernameya perwerdeyê de çênebe û her wiha ji ber ku mamoste bûne xwedî şarezahî, tenê branşên ku pêdivî pê hebû, wan tev li bernameya perwerdeyê kirin û wiha got: “Ev perwerde tên dayîn da ku asta mamosteyan bilindtir bibe. Me îsal giranî daye branşa pedagojiyê. Her wiha me îsal di perwerdeya havînê de tenê mamosteyên qonaxa seretayî hilbijartine, ew jî me kirine du beş; yek jê ji refa yekê heta refa 4’an e, beşa duyem jî refên 5 û 6 in.”

Mamosteyê bi navê Beraa Hisên yê refa 3`yan a qonaxa seretayî ku niha perwerdeya havînê dibîne, da zanîn ku perwerdeya havînê li ser bingeha dayîna xalên sereke û pêşketî tê meşandin, waneya pedagojiyê dihêle ku mamoste baş li ser karê xwe bisekinin û her wiha bi rêbazên nûjen nêzî şagirtan bibin.

AKADEMIYA EGÎD CÎLO

Li aliyekî din Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ji bo lêkolîn, lêgerîn û xurtkirina asta mamosteyan, di sala 2019`an de li Qamişloyê ji bo zimanê kurdî û li Hesekê jî ji bo zimanê erebî hatiye vekirin.

Şêrîn Mihemed der barê rola akademiyê ya pêşxistina mamosteyan de destnîşan kir ku di akademiyê de destpêkê ji bo qonaxa navîn perwerde hat dayîn, piştre akademiyê dest bi dayîna branşên seretayî kir û wiha got: “Di vê salê de mamosteyên qonaxa navîn û amadehî dê tev li perwerdeya akademiyê bibin, ya seretayî jî tev li perwerdeya havînê dibin. Dema perwerdeya wan 30 roj e.”

Ji bo mamosteyên ku nikarin tev li perwerdeya havînê ya qonaxa seretayî bibin, Şêrîn wiha da zanîn: “Mamosteyên ku rewşên awarte yan jî rewşên nexweşiyê bi wan re derdikevin, ji bo wan dibe ku em piştî demekê perwerdeyekê bidin destpêkirin an jî di demên pêş de di akademiyê de perwerde ji wan re bê dayîn.”

Şêrîn wiha dom kir: “Di aliyê hişmendiyê de perwerde tê dayîn, wekî mamoste û civak, kesayeta mamostetiyê di aliyê civakê de, her wiha dan û standina mamosteyan bi şagirtan re.”

Mamosteya bi navê Xemîsa Hac Mihemed a zimanê kurdî ya qonaxa seretayî ku ew jî tev li perwerdeya havînê bûye, diyar kir ku pêwîstiya wan her dem bi perwerdeyê heye da ku ew şagirtên xwe bi ser bixin û wiha got: “Dema em bingeha şagirtan di seretayî de baş bikin, dê di qonaxên pêş de astengiyê nebînin. Ji ber vê yekê dema ku mamoste serkeftî be ew ê şagirt jî serkeftî bin.”

Xemîsa wiha pê de çû: “Rast e, meha Tîrmehê germ e, lê pêwîstiya me gelekî bi perwerdeyê heye, divê em di vê rewşê de ji bo şagirtên xwe, xwe ragirin. Asta me bi perwerdeyê bilindtir dibe.”

Perwerdeya havînê ya qonaxa seretayî ji 20`ê Tîrmehê ve dest pê kir û dê heta 9`ê Tebaxê dewam bike û di çend rojên dawiyê de dê perwerdeya pratîkî bê dayîn. Hejmara navendên perwerdeya havînê ji bo qonaxa seretayî li ser asta herêma Cizîrê 44 in. Her wiha hejmara mamosteyan ku tev li perwerdeyê bûne, 11 hezar û 980 e.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê hejmara mamosteyan ên tevahiya astan, digihêje 19 hezarî.

ANHA